
Di dema êrişên tinekirina topyekun de, li navçeya Şirnexê Silopiyayê cenazeyê Taybet Înan 7 roj û 7 şevan li erdê mabû. Kurtefilma bi navê ‘7 roj 7 şev’ jî ji bo bibîranîna wê hat girtin. Di Roja Filman a Mafê Mirovan a Yekîtiya Ewrûpayê de jî hêjayî xelatê hat dîtin. Ali Bozan derhêneriya kurtefilmê dike. Film îsal di Festîvala Kurtefilman a Marmarîsê ya Navneteweyî de di beşa lihevanînê de bûbû filma duyemin.
Taybet Înan, 19 Kanûna 2015´an li Silopiyayê bi guleya sekvanên dewleta Tirk hat kuştin. Kurê wê wiha êşkenceya wan rojan bi bîr tîne: “Xew nekete çavê kesî ji me, me got belkî kûçik bên, teyr û tilûr li ser deynin. Ew li wir wisa li erdê dirêjkirî ma, em jî 150 metroyî ji wê û wêde mirin. Mirov karibe çiqasî êşê bi mirovekî bide kişandin, ha dewletê ewqas êş di wan heft rojan de bi me da kişandin.”
NAVENDA NÛÇEYAN