Komîteya Aboriyê bi hevkariya Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê, di civînekê de 7 Sendîkayên Kargehan li bajarê Minbicê ava kirin.
Civîn li hola Meclîsa Ciwanan bi beşdarbûna bi dehan ji xwediyên kargehan hat lidarxistin.
Civînê bi rêzgirtinê dest pê kir, piştre endamên Komîteya Aboriyê bi beşdaran re, pirsgirêkên ku derdikevin, nîqaş kirin.
Piştî nîqaşê, beşdaran Sandikeya Kargehên Êmên Sewalan, Kargehên Bataryayan, Kargehên Xwarinê, Kargehên Plastîkê, Kargehên Kîmyewî û Kargehên Endezyariyê û Sarincê, ava kirin.
Her wiha di her sendikayekê de pispor wê cihê xwe bigrin. Armanca avakirina van sendikayan ew e ku rêxistinkirina kar û peydakirina çareseriyên ji bo xwediyên karegehan di derxistin û derbaskirina madeyên ji kargehan re pêwîst.
Hêjayî bi bîrxistinê ye ku li bajarê Minbicê hezar û 200 kargeh hene û bi giştî jî dixebitin.
ANHA/MINBIC