Serdozgeriya Hollandayê ragihand ku êrişeke terorîstî ku ‘mirina gelek kesan kiribûn hedef’ hatiye astengkirin. Dozgeriyê ragihand ku Pênçşema bihurî polîsan 7 kes girtine.
Wezareta Karê Hundir daxuyaniyeke nivîskî da û got; “Li Hollandayê komeke ku amadekariya êrişeke bi bandor a terorîstî dikir, ji aliyê polîsan ve hatiye girtin.”. Wezaretê diyar kir ku êriş hatiye astengkirin. Hate ragihandin ku ev kesên hanê li bajarê Arnhem û Weertê hatine girtin.
Di daxuyaniyê de hate gotin, sala 2017’an kesekî ji Iraqê yê 34 salî dema ku hewl dida biçe herêmên dibin kontrola DAIŞ’ê de koma li derdora wî ji aliyê polîsan ve ji nêz ve hatiye şopandin.
Servîsa Îstixbaretê ya Hollandayê jî agahî da û ragihand ku kesê bi navê Hardî N. sazûmankarê êrişê ye.
Berdevkê serdozgeriyê got; “Plana êrişê ji ber ku kete qonaxeke pêştir, me mudaxele kir. Hemû endamên komê hatine girtin.” Wezareta Karê Hundir diyar kir ku kesên hatine girtin, plana êrişeke xwekûjî, çekên kalaşnîkof û bi wesayîtên bombebarkirî dikir.
Rayedaran diyar kir ku ew nebûna xwedî agahiyên teqez li ser cihê êrişê.
AMSTERDAM