
SîneJîn / Ali Güler
70. Festîvala Naveteweyî ya Cannes ê di roja dawiyê de ye. Komîteya Juriyê wê sibê êvarê bi galayekê xelatên festîvalê belav bike. Bernameya îsal her çiqas jî li gorî 70’ê saliyê nebû û ji hêla rexnegirên sînemayê ve qels were dîtin jî çend fîlmên derketî pêş hene û wek favorî têne dîtin. Bêguman ji van fîlman yên herî derketine pêş ev in: Fîlma Michael Haneke “Happy End”, derhênerê Fransî Robîn Campîllo jî, bi fîlma ‘120 Battements par minute”, derhênera jin a Japonî Noami Kawase bi filma “Radiance”, Sofia Coppola jî ‘The Beuiled” û filma Fatîh Akin a “İn The Fede”. Wekî din di gelek beşên din ên festîvalê de gelek fîlm hatin nîşandan. Di nav van 10 rojan de li festîvalê ji gelek deverên cihanê filmên balkeş û cuda hatin nîşandan û li rastî elaqeyeke mezin hatin.
Kî nêzîkî ‘Palmiya Zêrîn’ e?
Michael Haneke yê heta niha 2 caran xelata “Palmiya Zêrîn” wergirtiye, îsal jî bi fîlma xwe ya bi navê “Happy End” li pey xelatê ye. Fîlma dawî ya Haneke ‘Happy End’ mîna fîlmên wî yên din qala meseleyeke civakî dike, pirsgirêka penaberan a li ser sînorê Fransa û Ingilistanê radixe ber çavan. Lê belê Haneke bi nihêrîneke cuda vê mijarê nîşan dide. Rexneyên tûj li burjuwaziya Fransî dike û jiyana wan a di her awayî de xitimî, tîne ser perdeya spî. Fîlma ku namzetê xelata ‘Palmiya Zêrîn’ e, yek ji fîlmên favorî ye û di lîsteya rexnegiran de cih digire.
Navê derhênerê Fransî Robîn Campillo jî, bi fîlma ‘120 Battements par minute’ li kûlîsan derdikeve pêş. Fîlm behsa têkoşîna li dijî AIDS’ê ya di salên 1990’î de li Fransayê dike.
Fîlma derhênera Japon Noamî Kawaseyê, Radîance jî yek ji fîlmên li festîvalê hatiye nîşandan e. Ev fîlm gelek baş e û ji bo xelatê endameke xurrt e.
Fîlm behsa wênekêşeke kor û têkiliya wê ya bi jinekê re dike. Fîlmeke hestdar, nerm e ku bi motîfên însanî hatiye çêkirin. Sofia Coppola jî bi “The Beguiled” dixwaze ‘Xelata Palmiya Zêrîn’ bi dest bixe. Di vê fîlmê de, ku qala bûyereke dîrokê dike, Nicole Kidman û Colin Farrell bi rolên sereke radibin. Di fîlmê de, çîroka leşkerekî di şerê navxweyî yê Emerîkayê de birîndar dibe, heye ku ev leşker ji bakur tê û ji aliyê keçeke biçûk ve li daristanekê tê dîtin. Piştre wî dibin dibistana keçan û jin wî li wê derê derman dikin. Lê ev leşker dixwaze hemû jinan bi dest bixe. Film behsa deshilatdariya mêrtî û xwestaka mêran a dixwazin bibin xwediyê her tiştê, dike.
Fîlmê Fatih Akin ê bi navê “İn The Fede” jî behsa komkujiyên li Elmanya yên bi destê Neonaziyên NSU´yê dike. Diane Kruger bi rola sereke radibe ku behsa van komkujiyan dike û pergala Elmanyayê ya li hemberî van bûyeran rexne dike û li ser bêedaletiya Elmanyayê ya li hemberî vê yekê disekine. Bi rastî film ji bo xelatê gelek xwedi îdîa ye. Ez di wê baweriyê de me ku Fatîh Akin îcar wê xelata “Pamiya Zêrîn” wergire.
Ji 70. Cannesê sernivîsên derketine pêş
Di van 10 rojan de mijarên derketine pêş jî gelek in. Hinek ji van ev in:
* Ji bo 70. Cannesê, şeveke taybet hat lidarxistin. Di şevê de Pedro Almodóvar, Andrea Arnold, Jane Campion, Alfonso Cuarón, Guillermo Del Toro, Matteo Garrone, Michael Haneke, Alejandro Iñárritu, Ken Loach, George Miller, Jia Zhangke, Claude Lelouch, Isabelle Huppert, Vincent Lindon, Nicole Kidman, Jean Pierre Leaud, Monica Bellucci, Gael Garcia Bernal, Ferid Boughedir, Catherine Deneuve, Adrian Brody û bi sedan sînemevan hazir bûn.
* Ji ber şîrketa destûrnedana Netflixê ya ku nedixwest, fîlmên wê çêkirine, bên nîşandan, protesto hat kirin. Lê belê fîlma wê çêkirî “Okja” di pêşbirkê de ye. Fîlm gelekî serketî ye, lê ji ber helwêsta şîrketê mafê xwe ji dest da.
* ji bo bibîranîna Abbas Kiyarustemî, fîlma wî ya bi navê “24 Frames” hat nîşandan.
* Îsal her çiqas 3 derhênerên jin ji bo xelata “Palmiya Zêrîn” di pêşbirkê de bin jî di dîroka Cannesê de heta niha tenê jinekê xelata mezin a festîvale wergirtiye. Ev bû mijara nîqaşê û festîval bi zimanekî tund hat rexnekirin.
* Fîlma Yilmaz Guney “Yol/Rê” ya sala 1982´yan xelata mezin wergirtibû, îsal jî di beşa “Cannes Classic” de bi versîyoneke nû nat nîşandan. Di vê versiyonê de nivîsa Kurdistanê jê hatibû birin. Vê yekê deng veda.
-DAIŞ’ê bi awayekî fermî festîval tehdit kir. Ji bo wê jî ewlekariyeke pir mezin hat girtin.