- Şafî Hayme yê 70 salî di sala 1992’yan de ji ber zextên dewletê ji gundê Kemûkê yê Farqînê koçî Amedê kir. Ji sala 1992’yan ve heta 2020’an gelek caran ket nezaretxaneyê. Hayme yê rêveberiya TUAY-DER’ê dikir cara 6’an hat girtin.
ARJÎN DÎLEK ONCEL
MA/AMED
Şafî Hayme yê 70 salî berî sê rojan hat girtin. Berî ku em qala girtina wî bikin, em kurt çîroka wî bêjin. Şafî Hayme ji gundê Kemûkê yê girêdayî navçeya Farqînê ya Amedê ye. Di salên 1990’î de zora li ser gundan zêde dibe, polîtîkaya koçberî, şewitandin, binçavkirin, îşkence, girtin û cînayetên kujer ne diyar ketibû dewrê û hema bêje her roj li ser gundan zordestî hebû. Malbata Hayme jî para xwe ji vê zorê girt û ji ber şewitandina gund di sala 1992’yan de neçar ma koçî navenda Amedê bike. Li navenda Amedê jî zora li ser ferdên malbata Hayme kêm nebûn û bênavber heta roja îro didomin.
Serdozgeriya dewleta Tirk a Amedê lêpirsînek da destpêkirin û di çarçoveya vê lêpirsînê de 9’ê Hezîranê polîsan bi ser gelek malan de girt. Di serdegirtina malan de 22 kes birin nezaretê. Di nava wan de rêveberê komelê Şafî Hayme jî hebû.
Hevserokê TUAY-DER’ê Mehmet Emîn Guzel, rêveberên komeleyê Şafî Hayme û Muşeher Ulker û rêveberê berê yê komeleyê Abdulmenaf Kur birin dadgehê û bi îdiaya ”endamên rêxistinê ne” girtin. 9 kes jî bi şertê kontrola edlî hatin berdan. 9 kes jî li nezaretxaneya polîsan a Amedê tên ragirtin.
2 kurê wî jî di zindanê de ne
Di nava yên girtî de Şafî Hayme yê 70 salî jî heye. Hayme ev cara şeşan e ku tê girtin. Piştî gundê Hayme ji aliyê cerdevanan ve hat şewitandin û zext li wan hat kirin di sala 1992’yan de koçî Amedê kir. Ji sala 1992’yan ve heta sala 2020’an ango roja me ya îro Şafî Hayme gelek caran xistine nezaretê û doz lê hatine vekirin.
Şafî Hayme cara ewil di sala 1998’an de hat girtin û salekê di hepsê de ma. Pişt re di sala 1999’an de dîsa tê girtin vê carê ji salekê kêmtir di hepsê de dimîne. Piştî sala 99’an 8 sal azad dimîne di sala 2007’an de dîsa tê girtin û 6 mehan di hepsê de dimîne. Piştî du salan di sala 2009’an de dîsa tê girtin û vê carê salek û nîv girtî dimîne. Di sala 2010’an de polîs dîsa bi ser malbata Hayme de digirin û cara 5’an wî digirin û dişînin girtîgehê. Hayme wexta ku li Girtîgeha Amedê girtî ye di heman salê de 3 lawê wî jî tên girtin û li cem bavê xwe girtî dimînin. Şafî Hayme piştî sê sal û nîvan tê berdan, lê girtina 3 lawê wî didome. Hayme di sala 2013’yan de tê berdan. Kurek wî jî di sala 2015’an de tê berdan. 2 kurê wî girtî dimînin.
Şafî bi giştî 7 sal û nîv di girtîgehê de maye.