Fermandarê YBŞ’ê Çiya Şengal di axaftina xwe de wiha got; “Dewreya me ya parwerdeyê ya ku di 21’ê Adarê de hatî destpêkirin, di 20’ê Nîsanê roja Cejna Çarşema Sor mezûn dibin. Pêwîste her hevalê me bi berpirsyar be. 73 care di fermanê re derbas dibîn. Em ê li pey şopa Fermandarê YBŞ’ê heval Şengal yê di pêngava rizgarkirina Medîbanê de şehîd bûyî bimeşîn. Em ê bibin Salih, Erdal, Şengal, Genco û Adil. Bi ruhê hevalên me yên şehîd divê hûn erk bigrin li ser xwe û bibîn layîqê wan. Êdî em rê nadîn gelê me di komkujiyan re derbas bibe. Ji DAIŞ’ê em ê tola jin û keçên dîl bistînin.”
Şengal cejna Çarşema Sor li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pîroz kir û wiha peyivî: “Hêvîdarim ku di salên pêş de Cejna Çarşema Sor li herçar parçeyên Kurdistanê bê pîroz kirin. Çarşema Sor li hemû gelê Êzîdî û gelê Kurd pîroz be. Wê îsal bibe sala azadiyê.”
Piştî axaftina Fermandarê YBŞ’ê Çiya Şengal şervanên mezûn bûne sond xwarin.