Wezîrê Şehîd û Enfalkiriyan Mehmûd Salih di dema serdana rêveberiya giştî ya karûbarên şehîd û enfakiriyan ên Germiyan de hêjmara pêşmerge û welatiyên sivîl ên di şerê DAIŞ’ê de şehîd bûne, eşkere kir. Mehmûd Salih di daxuyaniyeke çapemeniyê de ragihand ku di şerê li dijî çeteyên DAIŞ’ê de heta niha 700 pêşmerge û welatiyên sivîl ên bi xwesteka xwe tevlî şer bûne, şehîd bûne.
Gelek dever dagirkirî ne
Mehmûd Salih ragihand ku piraniya kesên şehîd bûne pêşmerge ne, di nava wan de welatiyên sivîl û qehremanên ji parçeyên din ên Kurdistanê jî hene. Piştî êrişên çeteyên DAIŞ’ê yên li dijî rojavayê Kurdistanê, DAIŞ’ê bi êriş û kontrolkirina Mûsilê berê êrişên xwe da başûrê Kurdistanê. DAIŞ’ê di nava demekî kurt de karî çend navçeyên başûrê Kurdistanê yên weke, Şengal, Rebîa, Zummar, Mexmûr, Celewla, Sadiye û çend navçeyên din kontrol kir. Hêzên pêşmergeyan, bi hevkariya gêrîllayên HPG, şervanên YPG’ê û artêşa Iraqê Celewla, Sadiye, Mexmûr û çend navçeyên din ji çeteyên DAIŞ’ê rizgar kirin. Hê jî gelek navçe û gundên Kurdistanê di destê çeteyên DAIŞ’ê de ne.
ROJNEWS/HEWLÊR