Akademiya Şehîd Izet a Erka Xweparastine 9`emîn dewreya perwerde ya şehîd Fethî Bîlal Bayrem ku bi beşdarbûna 700 şervan ê Kurd û Ereb hatibû destpêkirin, bi dawî kir. Girtina dewreya perwerde ya Şehîd Fethî Bîlal Bayrem Akademiya Şehîd Izet bi merasîmeke ku bi dehan şervan û nûnerên Desteya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk tevlî bûn bi dawî bû. Qada Adademiyê bi wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, wêneyên têkoşeran û alên Erka Xweparastine hatibû xemlandin. Piştî deqeyekê rêzgirtine şervanên Erka Xweparastine merasîma leşkerî lidar xistin. Di dawiya merasîmê de şervanên ku tevlî perwerdeyê bibûn soza xwe dan û merasîm bi govendê bi dawî bû.



ANHA/EFRÎN