Kurdistaniyan ji şaredarê Viyanayê û kabîneya wî re got, Kurdistanî ev 40 sal in bêî navber têdikoşin, wan bibînin. Ji bo ku mirov di çalakiyên greva birçîbûnê de jiyana xwe ji dest nedin, xwe kerr nekin.
Li gelek navendên Ewrûpayê, Kurdistanî beşdarî çalakiyên bi rasthatina 1´ê Gulanê bûn û peyama piştgiriya bi grevên birçîbûnê re û têkoşîna hevpar li dijî faşîzmê da.
Li Paytexta Elmanyayê Berlînê û li paytexta Awusturyayê Viyanayê jî Kurdistanî girseyî beşdarî çalakiyên 1´ê Gulanê bûn û ev peyamên li jor dan.
Di meşa 1´ê gulanê ya li Berlînê de, tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat şermezarkirin. Kurdistanî bi girseyeke mezin beşdarî çalakiyê bûn, bi dovîz û pankartên hilgirtin jî peyama piştgiriya çalakgerên greva birçbûnê û rojiya mirinê da. Kurdistaniyan bi sloganan bang kir ku bi ruhê 1´ê Gulanê xwedî li greva birçîbûnê bê derketin û raya giştî hestiyartir be.
BERLÎN
Vê çalakiya navendî ya 1´ê Gulanê ya li Berlînê li meydana bi navê Hackische Marktê dest pê kir. Sedîkayên karkeran, Partiya Çep, Partiya Keskan, SPD, MLPD, saziyên şoreşger ên Elmanan, Federasyona Kurdistaniyên Azad a Rojhilatê Elmanyayê, HDK/HDP Berlîn, CHP, ATİK, DDÎF û Civaka Elewî ya Berlînê jî destek dan meşê. Bi hezaran kes beşdarî meşê bûn. Di meşê de axaftinên li dijî sîstema mêhtingeriyê ya kapîtalîst hatin kirin û meş li meydana Brandenburg Tor bi dawî bû.
Piştî nîvrojê li semta Berlînê Kreuzbergê şahiyên 1´ê Gulanê hatin lidarxistin bi beşdariya bêhtirî sed hezar kesî.
Tecrîdê bi dawî bikin
Li paytexta Awusturyayê Viyanayê, Feykoma ku ji bo Navenda Civaka Demoikratîk a kurd a Viyanayê xebatên dîplomasî û têkiliyên bi derve re bi rê ve dibe, çalakiya cejna 1´ê Gulanê ya karker û kedkaran organîze kir. Kurdistanî, hîna sibehê zû, li ber Operayê kom bûn û li ber dahol û zirnê saet 8´an dest bi meşa xwe kir. Kurdistaniyên jin ên beşdarî meşê bûn, bi pirranî berdilkên ji bo piştgiriya bi çalakgerên greva birçîbûnê re li xwe kir. Bi pankart û flamayan jî kortej hatin çêkirin. Di tevahiya meşê de belavokên ku balê dikişînin ser çalakiya grevên birçîbûnê ya li dijî tecrîdkirina Ocalan û 15 çalakgerên rojiya mirinê.
Kurdistaniyan bi vî rengî berê xwe da avahiya partiya sosyal demokrat SPÖ ya ku li parlamenê partiya herî mezin e û şaredariya Viyanayê (Rathaus), ku şaredarê wê ji partiya SPÖ´yê ye. Li Rathausê şaredarê ji SPÖ Michael Ludwig, serokê giştî yê partiya wî û kabîneya wî amade bûn.
Kurd têdikoşin hûn jî bibînin
Di dema ku meşa Kurdistaniyan di ber Rathausê re çû şaredar jî lê dinihêrî. Hingê Kurdistaniyan bi peyamên xwe da zanîn ku Kurd miletek in ku serjimara wî qederê 40 milyonî ye, ji bo azadiya xwe ev 40 sal in bê navber çalak têdikoşin. Paşê jî îşaret bi çalakiyên grevên birçîbûnê yên bi pêşengiya Hevseroka KCD´ê Leyla Guven destpêkirî hat kirin. Kurdistaniyan got, qederê 7 hezar kesî niha di çalakiyên greva birçîbûnê de ne û 15 gritiyên azadiyê jî dest bi grevên birçîbûnê kiriye. Wan xwest bi hestyarî û xwedî derketinê pêşî li wê yekê bê girtin ku çalakger jiyana xwe ji dest nedin. Kurdistanî paşê ji bo beşdarî çalakî û şahiya 1´ê Gulanê bibin çûn parka dêra Votivkircheyê.
BERLÎN / VIYANA