EGÎD EREN/ NAVENDA NÛÇEYAN
Jineke pîr a Êzîdî jî ku zarokên xwe ji dest dane dibêje, “xwezî min kurê xwe bidîta”. Dîmenê herî dawî yê belgefilmê jî wêneyê keçekê ye ku malbata xwe ji dest daye.Belgefilma bi navê ‘74: Çiyayê bê av Şengal’ trajediya qirrkirinê, berxwedan û gerîlayên bi hewarê ve çûyî, tomar kir. Derhêner Selamo, hema piştî qirrkirina 3´yê Tebaxa 2014´an dest bi amadekariyên belgefilmê kir. Wî rêwîtiya zehmet a penaberî û koçberiyê ya wan Êzîdiyên ji fermanê sax filitî, arşîv kir. Di belgefilmê de Selamo guh da vegotina Êzîdiyan, ka çawa ji DAIŞ´ê rizgar bûne, bi rojan ji bêavî û birçîna li Çiyayê Şengalê bêtaqet mane. Ji bo vê jî Selamo li gelek kampên Êzîdî li wan bi cih bûne geriya.
Belgefilm sê salan li festîvalan hat nîşandan û paşê jî li ser hesabê medyaya civakî yê derhêner niha hat weşandin. Di vê navê de belgefilm li gelek bajarên Kurdistanê hat nîşandan.Di Belgefilmê de siyasetvan, gerîlayên HPG´ê ku pêşî li çûna serî ya qirrkirinê girtin jî dipeyin û bi vî rengî belgefilm behsa hemû aliyên fermana 74´an dike.
Belgefilm bi wê yekê dest pê dike ku dibêje li Çiyayê Şengalê av nîne, ev jî bûye sedem ku trajedî dijwartir bibe; û ji gotinên derhêner Selamo jî heman tişt tê fêmkirin: “Heger av hebûya belkî jî ev qas mirov nemirana.” Belgelfilm bi jêrnivîsa Ingilîzî û Tirkî jî hatiye amadekirin.
Belgefilm bi îşaretpêkirina destpêka fermanên di serdema Osmaniyan, ango sala 1630´î dike. Di dîmenên destpêkê yên belgefilmê de gerîlayên bi pêlavên mekap ên qetiyayî didin dûv şopa lingên xwas û xwînî yên Êzîdiyan diçin. Paşê jî korîdora ku gerîlayan û şervanan ji bo rizgarkirinê vekirî jî dike ku kela can û hestên temaşeker rabin.
‘Nemabû ku destê zaroka xwe berdim!’
Leyla Xorto Ferec ji wan kesan e ku hawara xwe gihand Çiyayê Şengalêî û li wir stirî. Xwe bi wî rengî ji qirrkirinê rizgar kir. Ew destpêkê di belgefilmê de behsa wê yekê dike ka çawa 10 rojan tî û birçî di kela germa havînê de dimeşin. Ferec a ku behsa hingê dinge, ji ber hestyariya xwe kurr dike girî û dibêje, “Heval hatin, zarokên me himbêz kirin û av û xwarin gihandin me. Ji ber tîbûn û birçîbûna li Çiyayên Şengalê, êdî nemabû ku destê zaroka xwe berdim. Piştre ez fêr bûn, ji malbata min 11 kes ketine destê DAIŞ´ê. Ev felaketeke çawa ye, ji ti kesî ti xeberek nîne.”
Gotinên Ocalan ji bîr nakin
Kalên Êzîdî jî behsa wê yekê dikin ka PDK´ê çawa ew bê kes û xwedî hiştin. Ew dibêjin, wan sîlehên xwe jî nehiştin, ji bo ku Êzîdî li ber xwe bidin û dibêjin ew ê gotinên Rêeberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ên ji bo Êzîdiyan ji bîr nekin: “Em ê li erdên xwe li ber xwe bidin. Êzîdxan koka Kurdistanê ye. Êzîdxan biçe, Kurdistan jî diçe.”
PKK´ê pêşî li çûna serî a qirrkirinê girt
Ji gerîlayên PKKHPG´ê yên ku hingê xwe gihandin Şengalê jî, di belgefilmê de em dibihîsin; “Di destê me de sîleh nebûn. Pêşmergeyan milet wisa hişt û reviyan. Li vir doçkayeke 23.5 hiştibûn. em li vir bi cih bûn. Gava ku çeteyan ala PKK û posterê serokatiyê dît, ketin panîkê. Me wesaîta pêşî bi sîlehên ferdî derb kir û quliband. Me 4 ji wan kuştin.” Bi vî rengî xeta parastina Çiyayê Şengalê tê avakirin. Ev gerîla dibîje, heger di roja 4´an a qirkrkinê de erzak, zad û qût ji Rojava negihişta, bi sedan mirov wê ji birçîêna û tîna bimirana. Ew her wiha dide zanîn ku di her du rojên pêşî yên berxwedanê de hezar 400 kes beşdarî nav refên berxwedanê dibin.
Zaroka ku malbata xwe ji dest dayî…
Ber bi dawiya belgefilmê ve, Erzan Qasima 80 salî dibêje, yek tişt tê bîra wê, ew jî ew e ku çar caran jî ketiye, lê destê nevîkên xwe bernedaye. Jineke din a pîr a Êzîdî jî ku zarokên xwe ji dest dane dibêje, “xwezî min kurê xwe bidîta”. Derhêner bi vê yekê filma xwe diqedîne, lewma ew dayik dest bi girî dike û vegotina wê li wir bi dawî dibe, Selamo jî destê wê maş dike û filma xwe bi dawî dike.Dîmenê herî dawî yê belgefilmê jî wêneyê keçekê ye ku malbata xwe ji dest daye.
Yên ku alîkarî kirine ji bo ku dîmen bîn girtin, Engin Eren, Selman Aslan, Mehmet Hadi Baran, Emir Karagoz, Sami Kawmê Dik, BramP ne. Serkan Kurt ji bo belgefilmê kameramanî kir, muzîka filmê ya Hekîm Sefkan e. Yên ku film wergerandin Ingilîzî û Tirkî jî Mahir Mikailoglu, Harun Avci, Berivan Avci ne. Azad Degirmen afîşa filmê amade kiriye û filmê bi pirranî arşîva dîmenan a Ajansa Nûçeyan a Dîcle (DÎHA) û STÊRK TV´yê bi kar aniye.
Ji bo temaşekirina filmê
jî ev lînka hanê bi kêr tê: https://www.youtube.com/watch?v=LO2-EV87urk
Ew rojên ‘PDK´ê em firotin’
Rojnamevan Hayri Kiziler ê di serdema komkujiya Şengalê de bi sedanhezar kesan re xwe spart Çiyayê Şengalê û Komkujî gihand raya giştî ya Cihanê, di 4’emîn salvegera Komkujiyê de jî gav bi gav li bajarê Şengalê geriya û şahidiya ku ji xiyanetê û berxwedanê re kiribû, vegot. Kiziler niha belegefilemeke li ser wan rojan amade dike û dibêje, gotin têra vegotina fermanê nakin, lê belge film bi rêya şahidan wê ji gotinên wî çêtir, tişta qewimî îfade bike.
Komkujiyê êvara 2’ê Tebaxê ber bi 3’ê Tebaxê ve dest pê kir. Rojnamevan Hayrî Kiziler jî ji ber komkujiyê bi sedhezaran re ji bajarê Şengalê derketibû û ketibû ser riya koçberiyê û xwe sipartibû Çiyayê Şengalê. Wî komkujî gihandibû rayagiştî ya cihanê. Niha jî wî zend û bend vemaliştine li çêkirina belge filmeke li ser Fermana 74´an. Ji Ajansa Mezropotamyayê (MA) Nazim Daştan, pê re peyivî.
Ji bo rûbirûmana bi fermanê re jî Kiziler dibêje, “Saet 02.00 yê şeva 2’yê Tebaxê dengên hewanan hat. DAIŞ’ê êrişî gundê Gîrzer kiribû. Dûre agahiya êrişa li dijî gundê Sîba Şex Xidir gihişt me. Pişte jî êrişî gundên derdora Şengalê kirin. Gel li ber xwe dida û şer dikir. Lê pêşmergeyên PDK’ê Şengal terk dikirin. Gelê ku ev reva pêşmergeyan dît, wan jî dest bi reva ji Şengalê kir. Jixwe, PDK’ê nedigot, ‘em ê herin jî.’ 450 hezar Êzidî bê parastin hiştin û gel jî neçar ma Şengalê terk bike. Tirsa komkujiyê, ketibû pêşiya kelegerm û bêaviya meha Tebaxê. Hemû kesên kamera dîtin, ligel tirs, bêmafî û westandina heyî jî dixwest biaxivin. Devê wan ji bê avî zûwa bûbû, lê bi zorê diaxivîn. Peyva destpê kê ya digotin “PDK’ê em firotin” bû. Êdî roniya çavên mirovan vemirîbû.
Bûyerên pirr trajedîk qewimîn. Gotin têrê nakin. Ji bo min pirr zor bû. Belgefilma min û hevalên min bi hevre temam kir, ez bawer dikim dê ji min xweştir wan rojan vebêje. Ji ber ku Êzidiyên li wê derê hemû zoriyên jiyan vegotine.”