Munir Şêxê: Em pişta xwe didin mîrasa hunerê ya berê û bûyereke îro tînin ziman. Lê ez di wê baweriyê de me ku di dema li pêş me de ev potansiyel wê bimeye û gavên mezintir bên avêtin.
PÎRA TORÊ / QAMIŞLO
Li Rojavayê Kurdistanê pêşangeha wêneyan ya bi tevlîbûna 77 hunermendên ji Rojhilat û Bakûrê Sûrî hatibû vekirin, bi dawî bû. Çalakiya ku du salan careke tê lidarxistin, bi rengê sempozyum, pêşangeh û semîneran, ji sê beşan pêk tê. Sempozyum li Kobanê, pêşangeh jî li Qamişlo hate lidarxistin û di navbera 10 û 28´ê Gulanê de vekirî ma. Tevî berhemên hunermendên ku bi salan e bi şêwekariyê re mijûl dibin, tabloyên hunermendên nifşên nû û xwendekaran jî hatin nîşandan. 33 şêwekarên jin jî bi berhemên xwe beşdar bûn. Her weha berhemên 3 hunermendên Ereb jî cih girtin.
Di pêşangehê de tevî wêneyan, çend peyker jî hatin nîşandan. Bi taybetî jî 2 peykerên hunermend Neşat Amê ku ji hesinên ji şerê Kobanê mîrate mabû, hatibû çêkirin, bi pirranî bal bire ser xwe.
Amadekariya akademiyê
Pêşangeh bi piştgiriya Desteya Çandê ya Herêma Cizîrê hat lidarxistin. Hevseroka Desteya Çandê ya Herêma Cizîre, Rewda Hesen diyar kir ku ev pêşengeha 4´an e ku vedikin û got, “Elaqeyeke mezin nîşanî vê xebatê hat dayîn û em hêvîdar in ku bibe pirek di navbera huner û civakê de. Em dixwazin ji bo peşangehên ferdî jî piştgiriyê bidin hunermendan. Elaqeya nifşên nû ji huner re heye. Ji bo hunera şêwekariyê bi pêş keve li dibistanan jî em tevî desteya perwerdeyê xebatê dimeşînin ku karibin di dema pêş de perwerdeya akademiyê bidin.”
Rewda Hesen destnîşan kir ku li gorî salên berê hêjmara hunermendên jin yên tevlî çalakiyê bûne, zêdetir bûye û ji ber vê yeke jî kêfxweşiya xwe îafade kir.
Gavên mezintir wê bên avêtin
Endamê Komîteya Amadekar ya Çalakiya Hevdîtina Hunerî ya Rojava ya Şêwekariyê, Munîr Şêxe jî diyar kir ku li gorî salên bihurî, hem hêjmara hunermendên beşdar, hem jî asta hunerê bilindtir bûye. Munîr Şêxe ku berê li Amed, Şam, Swîsre, Elmanya û Holanda jî pêşangeh vekirine, bi tabloya xwe ya bi navê “Berxwedana serdemê qonaxa yekê” beşdarî çalakiyê bû û şervanên YJP, YPG û QSD ku 58 rojan li ber xwe dabûn, pê anîn ziman.
Munîr Şêxê destnîşan kir ku bandora şoreşê li hin beşên hunerê derengtir xwe dide der û weha peyivî: “Ji bo ev di şêwekariyê de xwe bigihîne qonaxekê, dem lazim e. Em pişta xwe didin mîrasa hunerê ya berê û bûyereke îro tînin ziman. Lê ez di wê baweriyê de me ku di dema pêş de ev potansiyel wê bimeye û gavên mezintir bên avêtin. Mirov dikare vê weke yekê ji gavên destpêkê bîne ziman. Di nav Kurdan de hunermendên mezin yên ji Rojavayê Kurdistanê ku di asta navneteweyî de bi nav û deng in hene. Hunermendên kurd Malva, Beşar Îsa, Berhem Haco, Înayet Abdar, Zoro Metinî, Zuher Hesîb hin ji wan in.”
Li dibistanan jî xebat tê kirin
Rêveberê Giştî yê Dibistanên Qamişlo, Welîd Murad jî ku ev 20 sal in şêwekariyê dike, bi tabloyeke li ser folklora Kurdî tevlî pêşangehê bû. Welîd Murad anî ziman ku berî şoreşê derbarê folklora Ereb de wê gelek wêne çêkiribûn û niha derfet çêbûye ku wêneyên çanda Kurdî jî xêz bike, û ji ber vê jî ew gelekî kêfxweş e. Welîd Murad diyar dike ku li dibistanan jî ji bo ku şêwekarî bi pêş keve, weke reveberiya giştî xebatên xwe dimeşînin û piştgiriyê didin xwendekaran.
Welîd Murad da zanîn ku li Zanîngehên Rojava, Fakulteya Hunerên Bedew di sala 2017´an de hat damezirandin û di fakulteyê de weke wênesazî, grafîk, peykersazî, avahiya hundurîn û reklam, 5 beşên hunerê tên xwendin û got, “Li zanîngehên Rojava divê xebateke berfirehtir bên kirin.”