EHMED EL-ESAF / ANHA / REQA
Buroya Perwerdeyê ya girêdayî Komîteya Perwerde û Fêrkirinê ya Meclisa Sivîl a Reqayê ya herêma El-Keramê li gundewarên rojhilatê bajêr, ji destpêka vekirinê ve 23 hezar xwendekar pêşwazî kirine, 79 dibistan vekirine û 935 mamoste erkdar kirine.
Di salekê de Buroya Perwerdeyê 79 dibistan li gundewarên rojhilatê bajêr vekirin, 935 mamoste erkdar kirin û hejmara xwendekaran gihişt 23 hezaran.
Hevserokê Komîteya Perwerde û Fêrkirinê ya El-Keramê, Fehid El-Xelef li ser mijarê got: “Ji ber derfetên kêm û hejmara mamosteyan a kêm, em rastî hindek astengiyan hatin. Lê em xebitîn heta ku em bi ser ketin. Me karî tevahiya dibistanan ji bo hewandina şagirtan vekin. Pirtûk ji zêdetirî 10 hezar xwendekaran re hatin peydekirin û xebatên me di vî warî de hîna dewam dikin. Em hewl didin pêvajoya perwerdeyê li herêmê bi ser bixin û bi pêş bixin.”