790 ciwan tevlî QSD’ê bûn

Piştî ku hêzên QSD’ê herêma Şedadê di 18’ê Sibata 2015’an de ji çeteyên DAIŞ’ê rizgar kir, bi sedan ciwanên herêma Şedadê beşdarî nava refên QSD’ê bûn.
Ciwanên ku beşdar bûne, li Akademiya Şehîd Mihened di warê eskerî de perwerde bûn.
Li gorî çavkaniyên navenda têkiliyên rêxistinî ya QSD’ê li herêma Şedadê piştî rizgarkirina herêmê ji çeteyan, heta niha zêdetirî 750 ciwanên ji Şedadê beşdarî nava refên QSD’ê bûne û ji bo beşdarbûna nava Hêzên Asayîşê jî 300 kesan navên xwe daye tomarkirin.
‘Jiyana hevbeş misoger dike’
Fermandarê QSD’ê Amar Mixlif ê ku di Akademiya Şehîd Mihened de rêveberiya dewreya Şehîd Ciwan Baş dike, diyar kir ku hejmara ciwanên Şedadê yên di Akademiyê de perwerde bûne, gihiştiye 750 ciwanan û got, armanca wan avakirina kesayetên şervan e.
Amar Mixalif da zanîn ku rêjeyeke mezin bi armanca rizgarkirina herêmên dîtir ji çeteyên DAIŞ’ê beşdarî nava refên QSD’ê dibin û weha axaftina xwe bi dawî kir: "Sedema tevlîbûna hejmareka mezin jî vedigere ser wê yekê ku welatiyên Şedadê QSD’ê weke tekane hêza ku jiyana hevbeş misoger dike û riya rast a şoreşa Sûriye dişopîne, dibînin.”
40 ciwanên ereb tevlî QSD’ê bûn
Li Herêma Holê ya Hesekê, 40 ciwanên Ereb piştî ku perwerdeya xwe bi dawî kirin, tevlî nava refên Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) bûn.
40 ciwanên ku dewreya perwerdeyê ya Akademiya Şehîd Xebat bi dawî kirin, ji bo ku herêmên xwe li dijî êrîşan biparêzin, beşdarî nava refên QSD’ê bûn.
Di merasîma bidawîkirina dewreyê de li ser navê Fermandariya QSD’ê Fermandar Mazlûm Amed axivî. Amed di axaftina xwe de, bi dawîkirina dewreyê û tevlîbûna ciwanan pîroz kir.
Amed di axaftina xwe de bal kîşand ser peywendiyên bi hêz ên di navbera pêkhateyên Rojava de û got, “Berxwedana hevpar a gelên Kurd û Ereb li kêleka hêzên din ku di bin banê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) de, xwe birêxistin dikin, em gihandine vê pêvajoya serketinê.”
Fermandar Amed di dawiyê de şehîdên şoreşa Rojava bi bîr anîn û bidawîkirina dewreyê weke dubarekirina soza parastina gel bi nav kir, tevlîblûna şervanan, li wan û malbatên wan pîroz kir.
Piştî ku axaftin bi dawî bûn, dawî li merasîmê hat.
ANHA/HESEKÊ
