8 Adarê, roja Jinan a Cîhanê ye. Balkêş e, ev roj jî ji aliyê pergala mêr ve hatiye destnîşan kirin. Erê jin bûne sebeb, lê pergala mêr, ev roj wek xelat daye. Divê jin vê yekê biguherin. Hemberî ku jin, di 8'ê Adarê de dibêjin, “ne tenê rojek, di tevahiya rojên salê de têkoşîn pêwist e”, mixabin guhertin çênebûye.
Dema 8 diçe, dibê 9'ê Adarê, her tişt vedigerê ser sêhra berê.
Piştî Tevgera Azadiya Kurd, şertê li Bakur û Rojavayê Kurdistanê hatin guhertin. Hinekî jî li Başûrê Kurdistanê… Têkoşîna Kurdan li çar welatan, Tirkiyê, Îran, Iraq û Suriye bi dijwarî berdewam dike; bandor li herêmê û cîhanê jî kiriye. Hemberî ku jina Kurd destanan dinivîse, bandorê li cîhanê dike jî, jinên cîhanê xemsar in…
Mixabin bandora li ser jinan cîhanê, heye, lê dîse jî nîne!...
Serokkomarê Tirk Tayyip Erdogan, hîna jinê wek “emanetê mêr” dibîne. Vê jî bi olê, şaristaniyê, baweriyê ve girêdide. Ola ku Erdogan vedibêje, 2 jinan bi mêrekî, bê sînor cêrî’yan ji bo mêrekî rewa dibîne... Şaristaniya ku Erdogan tîne ziman, “ecdadên wî ne, jina kole dike“... Baweriya ku Erdogan behsa wê dike, rekiha reş ya jinê ye...
Encama vê zihniyetê jî çeteyên DAIŞ'ê ye. Û tenê jinên Kurd li dijî çeteyên DAIŞ'ê şer dikin. Jinên cîhanê dîsa bêdeng in. Li Afganîstan û welatên Asya û Rojhilata Navîn jina Kurd mînak tê girtin, hinek hewldan jî hene, lê Ewropa di nava “rehawet“ekê de melûl e. Şoreşa Fransa, deklerasyona (1791) “Peymana Mafê Jin û Hemwelatiyên Jin--Dêclaration des droits de la Femme et de la Citoyenne“ derxiste holê. Lê jinên Fransa, di şûşeyên perfum û qazkirina modeya “Jinên Bi Goreyên Şîn“ de hatin dîlgirtin. Li mîrateya jinên pêşeng û têkoşer jî xwedî dernakevin. Li Asya, welatên weke Rusya jî, reel sosyalîzmê hêza jinê ya Stalîngrad û Şoreşa Oktober, felişand û felc kir.
Jinên Kurd têkoşînê dike, lê tenê ye. Rast e, jina Kurd xwedî stratejiyek şoreşgerî ye, lê hîna li Başûrê Kurdistanê jî pirsgirêka jinê, ji reşbîniya Erdogan kambaxtir e.
Siyaseta civakî û nasnameya zayendî hîna bi tevahiya pirsgirêkên xwe ve li holê ye. Ne li şaredariyan, ne li burokrasî, ne jî li civakê weke tê xwestin tevgerek heye: Eger heye, misrî û lewaz e. Mirov dikare vê rewşa li Başûrê Kurdistanê bi siyaset û îdeolojiya rêveberiyê ve girêbide. Lê divê ne wisa be; divê jin xwe rêxistin bikin û xwe ji rekiha mal jî, ya mêr jî, ya pergalê jî rizgar bikin. Bêguman ev bi rêxistiniya jinê û têkoşîna hişmendî û îdeolojîk dikare pêk werê.
Di aliyê “şiyarbunek xemrî“ de, dikare têkoşîn bê kirin. HDP'e mînak e!...
Ev “şiyarbûna xemrî“ tenê bi riyekê dikarê werê çareser kirin. Demokrasî... Lê ne demokrasiya parçekirî... Demokrasiya xwedî normên demokrasî...
Di van rojên ku peyama hevpar ya dewleta AKP'ê û Şandeya Îmralî ji raya giştî re hate deklere kirin de; ji bo jinên Tirkiyê teva firsetek dîrokî derketiye holê. Li Tirkiyê du hêz hene; yek spî ye, yek kesk e... Hêza spî jin kiribû „biblo“ya camekanê... Hêza kesk jî jinê dike rekiha reş...
Hêza spî jî çete û kontra bû, hêza kesk jî kontra û çete ne...
Hêzên ku çete û kontra bin û ne ideolojiya wan heye, ne felsefeya wan... Çete xwedî yek nêrînê ne. Ev jî bi berçavikên bergilan çêdibe. Hîpotez yek e, kuştin û talankirin e... Ji ber vê, hişmendiya spî jî, kes jî berhemê “sêva sor“ û hişmendiya “Îttîhadî“ ye. Di her du baskan de jî maf nîne, şûr û daqoq heye.
Li tevahiya Rojhilata Navîn rewş weke hev e... Dibê ku nav, reng, kiryar cûda bin, lê hişmendî yek e... Ha DAIŞ, ha Erdogan, ha Selefî ha Monarşîkên Siudî, ha Hizbullah ha Mollayên Îranê, ha Baas ha Suriye, Misir...
Di van rojên ku, li kolanên demokrasiya Tirkiyê, li diktatoriya “welayeta fiqih“a Iranê, li monarşiya Siudî, li dîktatoriya Baasa li Suriye bûye qada kuştin û tunekirine jinê: Van çeteyan jî, xezeba DAIŞ'ê derxistin holê û Rojhilata Navîn vegerandine sedsala navîn, bazara koleyan saz kirine, gelek bar dikevê ser milê eniya şoreşger û demokrat. Divê jin jî ne tenê 8'ê Adarê, 365 rojan têkoşînê bikin.