Di berdewam kirina tecrîda li Îmralî de; em 8'ê Adarê, Roja Jinên Kedkarên Cîhanê pêşwazî dikin û pêvajoya hevdîtinên dewleta Tirkiyê û Birêz Abdullah Ocalan diaxivin.

Di şexsê 3 jinên Kurd,  Sakine Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez  de li Parîsê/Wille Lumîêre, gelê Kurd hate kuştin. Ez dibêjim: “Kuştina min înkara Şoreşa  Fransa ye ey Parîs” !... Bi vê mebestê, pêvajo hassasiyeta xwe diparêze.
Gelê Kurd, di her alî de hey ji vê hassasiyetê heye. Birêz Abdullah Ocalan jî, yekemîn gava projeya  çareseriyê jî, ji bo vê hassasiyetê di çarçoveya  maxsimîst de avêtiye. Ji bo vê jî mirov dikare bêje, Ocalan firsetek mezin li ser sifra zêrîn kiriye û radestî AKPê kiriye. Gruba Krîza Navneteweyî a Bruksel ICGe jî, di rapora ku li ser pirsgirêka Kurd amade kiriye û radestî Yekîtiya Ewropa kiriye de, heman tiştî dibêje.
Konjoktura îro, çareseriyê ferz dike. Têkoşîna gelê Kurd, li Bakur, Rojava û li Ewropa dest û lingê dewleta AKPê girêdane. Hêzên Global jî, vê rastiyê dibînin. Hêzên global yekemîn car e ku, bi “tank-tink”ên xwe raporên li ser pirsgirêka Kurd didê amade kirin. Dîsa jî, Haraketa Kurd ji lîsteya terorê dernaxe. Desthilatdariya AKPê jî, hîna (mîna salên 2009an) hîna di gotinê de dimîne û gaveke dilsozî ne avêtiye.
Bêguman çûna şandeya BDPê ya Imralî û hevdîtina bi Ocalan re gaveke dîrokî ye. Ez îddîa dikim ku, ev gav biqasî çûna Mustafa Kemal ya Ezeromê giring e. Ji ber ku di pengava Ezeromê de bingeha “Dewleta Tirkiyê” hate avêtin; di gava Imralî de jî bingeha “Tirkiya Demokrat” hate avêtin.
Eger desthilatdariya AKPê, di vê pêvajoya “ferz kirina çareseriya pirsgirêka Kurd”, mîna berê şaş bixwîne, ji nedîtî ve werê, gavên dilsozî navêje; daxazên maksîmîst yên li ser sifra zêrîn, di çarçoveya  siyaseta mijul kirinê de binirxîne, bikarbîne wê parçe bibe û têkbiçe.  Bi parçebûna AKPê re wê parçebûna Tirkiyê jî bikevê rojevê.
Li Tirkiyê pêvajoya hevdîtinan û çareseriyê dest pê kiriye!...
Serokwezîrê Tirkiyê Tayyip Erdogan, çiqasî siyaseta inkar û tunekirinê bidomîne, zihniyeta yek-yekan dubare bike û mîna di vegera Mîrekîtiyên Ereban de, li ser pirsa rojnamevanan gotinên weke; “em desturê nadin hebûneke li Bakurê Suriye. Ne otonom ne jî federasyon çêdibe, ev wê mafên cûda bidê me,” bi kar bîne jî, ew nikare herka çemê dîrokê biguhere û guhertinên li herêmê bidê rawestandin. Li hemberî, asteng kirina dewleta Tirkiyê, dinavbera Desteya Bilind a Kurd û Koalisyona Muxalafeta Suriye de peyman hate imze kirin.
Pêvajoya hevdîtinan û çareseriya pirsgirêka Kurd dest pê kiriye!...
Ev manşêta rojevê ye. Heyetên KCD û BDPê,li darî çavên cîhanê, nameyên Birêz Ocalan birin Qendîlê û birin Ewropa. Yanî, muxatabên her du aliyan, bi nûner û berdevkên xwe di nava  lêgerînan de ne.
Êdî ne dewşîrme Savaş Vural dikare bi daxuyaniyên li parlamento; ne jî dewşirme Egemên Baxiş,  ku li Swêd li dijî Suryaniyan û hewldana wan ya erê kirina Fermanê-Seyfo, gotina “mastirbasyon”ê bikar anî, ne jî  gotinên serokwezîr Tayyip Erdogan, ku di serdana Angela Merkel de, li hemberî Matranê Dêr-Emerê gotinên tehdîdwarî bikaranîn dikare, rê li ber raperîna gelê Kurd û gelên herêmê bigire.
Doh bû wezîrê Erodgan yê karên aboriyê û ulkucu-faşîstê kevin Zafer Çaglayan got; “Bi salan e ku min nikarîbû bêjim ez Kurd im” û mikur hat.  Ev dide xuya kirin ku, bircikên keliha ku bi çakûç û şakûla  Ziya Gokalp hatiye avakirin dihêrive.
Tirkiye, nemaye Tirk... Haraketa Azadiya Kurd û felsefeya Apo, kelihên vê zihniyetê hêrivandine.  Bê çiqasî Misir nemaye rejîma Baasê, bê çiqasî Libya nemaye “pirtûka kesk”, bê çiqasî Iraq nemaye “Watan-ûl Erebiye”, bê çiqasî Suriye, nema dimîne “Komara Ereb ya Suriye”, Tirkiye jî, nema dikare bi slogana rojnameya Hurriyetê “Tirkiye ya Tirkan e” haraket bike û zihniyeta Îttîhadî hukumran bike.
Xwda û Pêxember jî nema biya Fetul-munkîr jî dikin.
Yek rê li ber dewleta Tirkiyê û AKPê maye; dilsozî!... Rapora ICG, derbarê AKPê de bi guman e. Em jî bi guman in. Lê, armanc û hedefên AKPê û Tayyip Erdogan hene. Birêz Abdullah Ocalan jî, Grubê Kirîza Navneteweyî a Brukselê jî, bi zimanekî hevbeş balê dikişînin ser van hedef û armancan. Bi vê mebestê min got; Birêz Ocalan daxwazên herî maxsimîst, li ser sifra zêrîn radestî  dewlet û desthilatdariya AKPê kirine.
Ocalan dikarîbû, Sîstema Serokkomartiyê, Destura Bingehîn, hilbijartinên 2014an, girtiyên-grawên di  zindanan de, xesp kirina parlamenteran, efûyeke giştî û hwd. xal bi xal rêz bike. Lê Ocalan çareseriya krîzê kire hedef û berteref kirin û ji holê rakirina kiryarên AKPê ji demê re hişt.
Ocalan dikarîbû bêje: Li holî krîzek heye, li holî şerek heye!... Di vê krîz û şerî de  du enî hene. Eniyek nikare eniya din, antî-meşrû nîşan bide û ji nedîtî ve were. Nikare bi tenê,  li her du aliyên masê rûne. Lê ne got. Li hemberî ku 13 sal in, dibin şertên herî giran de, dibin êrîşên fizîkî, psîkolojîk û jehr-dayinê de dijî, wek maqulekî haraket kir û derfetên çareseriyê afirandin. Projeya çareseriyê jî di daxwazên herî maxsîmîst de amade kir.
Divê AKPê jî, ne li stratejisyenên ku wî dixapînin, bila li rastiya Tirkiyê, Kurdistan û herêmê binêre û navê pirsgirêkê lê bike; di operasyonên bejahî û hewayî de, di serbest berdana rehîn-grawan de gavên dilsozî biavêje. Herî giring jî, di cih anîna 3 şertên Ocalan de gavan biavêje.
Na xwe gumanên Gruba ICG jî, ya gelê Kurd jî, ya demokratên Tirkiyê jî  wê berdewam bike.