Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê li ser çalakiyên gerîlayan ev agahî dan: “Hêzên me di çarçoveya Pêngava Serketina Şoreşgerî ya Eyaleta Serhedê de, roja 1’ê Kanûnê li navçeya Bazîd a ser bi Agiriyê li dijî qereqola Serêkanî û eskerên ku rêya eskerî çêdikirin, 2 çalakî kirin. Hêzên me li ser rêya qereqola Serêkanî, li dijî wesayiteke eskerî ya bi tîpa Amarokê ji 2 baskan ve çalakî kirin. Di çalakiyê de derbên giran wesayitê hatin xistin û bi qasî ku hate tespîtkirin, 4 sîxur û kontrayek hatin kuştin. Heman rojê li kamyoneke artêşa dagirker xist. Di çalakiyê de kamyon hate rûxandin û eskerekî dijmin hate kuştin. Artêşa Tirk piştî çalakiyan bi obus, hawan û tankan herêm da ber bombeyan. Roja 2’ê Kanûnê hêzên me li herêma Sîdekanê ya Başûrê Kurdistanê li dijî artêşa dagirker a li ser Girê Lêlikanê çalakiyek kir. Di çalakiyê de li çepereke dijmin a li ser gir hate xistin û di encamê de çeper hate rûxandin, 2 eskerên tê de hatin kuştin. 1’ê Kanûnê jî, hêzên me li dagirkerên li ser Girê Lêlikanê da. Di vê çalakiyê de 2 çeper hatin rûxandin û 5 eskerên dijmin hatin kuştin.
Êrişên hewayî
Balafirên şer ên artêşa Tirk roja 1’ê Kanûnê saet navbera 20:30-21:30’î qadên Şukê û Şatanosê yên navçeya Geverê ya Colemêrgê û derdora gundê Lêlikanê yê herêma Sîdekan a Başûrê Kurdistanê bomberdûman kirin. Ji ber vê bomberdûmanê zerar negihişt hêzên me.”
ANF/BEHDÎNAN