Gerîlayên HPG´ê zivistanê jî aramiyê ji dagirkerên Tirk ên li Başûrê Kurdistanê re nahêle. Di çalakiya gerîlayan li Xakurkê de herî kêm 8 eskerên artêşa Tirk hatin kuştin.
w Gerîlayan derb li kozik, star û konên Artêşa Tirk jî xistin û artêşa dagirker ji bo kuştî û birîndarên xwe rake diviyabû heta berêvarê bi sekine da ku cenazeyan rake.
Gerîlayên HPG’ê/YJA Starê 23’yê Sibatê li Xakûrkê ji çar aliyan ve çalakiyek li dijî artêşa Tirk kir. Di çalakiyê de 8 leşkerên Tirk hatin kuştin.
Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê ya li ser çalakiya gerîlayan wiha ye: ‘’Di çarçoveya Pêngava Şoreşger a Şehîd Bager û Şehîd Ronya de hêzên me 23’yê Sibatê li Girê Şehîd Axîn a herêma Xakûrkê ya Qadên Parastinê yên Medyayê li dijî artêşa TC’ê ya dagirker çalakiyek kir. Di çalakiyê de ji çar aliyan ve derbên serketî li kozik û starên dijmin hatin xistin, konteynirek, kozikek û konekî dijmin hate rûxandin. Bi derbên serketî hat tespîtkirin ku 8 leşkerên dijmin hatine kuştin. Piştî çalakiyê berêvarkî artêşa TC’ê ya dagirker bi helîkopterên Skorsky leşkerên xwe yên kuştî û birîndar ji deverê rakirin. Yekîneya me ya ku çalakî pêk anî bi saxî û silametî vegeriyaye ser qadên xwe.
Êrişên hewayî
Balafirên şer ên artêşa TC’ê ya dagirker êrişeke hewayî biriye ser Herêmên Parastinê yên Medyayê. Di vê çarçoveyê de 23’yê Sibatê saet 16.20’an balafirên şer devera Sinînê ya herêma Xakurkê bombe kir.
24’ê Sibatê balafiren şer di navbeyna saet 14.10’an û 15.00’an de devera Golka ya herêma Metîna û devera gundê Silê ya herêma Qendîlê bombe kirin.
Dema vê bombebaranê ti ziyan li hêzên me nebû.”
Gerîlayek ji ber nexweşiyê şehîd bû
HPG´ê wekî din agahiyên gerîlayekî ji ber nexweşiyê jiyana xwe ji dest dayî jî eşkere kir û got, “24’ê Sibatê hevrêyê me Rêzan Cûdî (Rêzan Kara) bi nexweşiyekê ket û şehîd bû. Agahiyên sicîlê yê hevalê me yê şehîd wiha ne: Rêzan Cûdî (Rêzan Kara) yê li Şirnexê ji dayik bûyî, 24’ê Sibata 2020´an li Herêmên Parastinê yên Medyayê.”
HPG´ê wiha behsa Rêzan Cûdî kir: “Hevrêyê me Rêzan Cûdî 1992’yan li navçeya Qilebanê ya ser bi Şirnexê li nav derdoreke welatparêz ji dayik bûye. Hevrê Rêzan ku ji ber zilm û zexta dijmin a li ser xaka Botanê, hê bi zaroktî li gel malbata xwe bêgav ma û koçî Mexmûrê kir, hê zû polîtîkayên faşîst û mêtinger ên dewleta TC’ê ya dagirker dîtin. Hevrê Rêzan 2012’an ji bo ku li dijî dijmin bi çalakî têbikoşe, tevlî nav refên gerîla bû. Hevrêyê me ji bo ku xaka lê bûyî û lê mezin bûyî ji dagirkeriya dijmin xilas bike, meşa li rêyeke birûmet daye ber xwe, bi ramanên Rêbertî xwe kiriye milîtanekî şoreşger ê zîrek û bûye xwedî helwêsteke milîtanî û peywirên tevgerê dayî wî hemû bi serketî bi cih anîne. Hevrê Rêzan bi dilpakî, dirustî û jidiliya xwe bandora xwe bi giranî li ser hevrêyên xwe kiriye. Heta wê kêliya ku şehîd bûyî jî hevrê Rêzan bi dirûşma, ‘’Rêbertiya Azad, Kurdistana azad’’ jiyaye bûye yek ji ferdên milîtaniya fedayî ya PKK’ê.
Di serî de serê malbata me ya hêja ya hevrêyê me yê şehîd Rêzan, serê gelê Kurdistanê yê welatparêz sax be. Em sond dixwin ku em ê şerê azadiyê yê ku şehîdên me gav bi gav kirine, bi serfiraziyê tacîdar bikin.”
ANF/BEHDÎNAN