Fermandariya Biryargeha Navendî ya HPG'ê, bi daxuyaniyeke nivîskî nasnameya 8 gerîlayên HPG’ê yên k udi 4’ê adarê de li devera Dola Kokê ya Qendîlê di encama aşûtê de jiyana xwe ji dest dan aşkere kir.
Fermandariya Biryargeha Navendî ya HPG'ê ev agahî da; “Di 4'ê adarê de li Herêmên Parastinê yên Medyayê li Dola Kokê ya bi ser Qendîlê ve aşût ketiye û di encama vê de 8 hevalê me yê li ser kar bûn gihîştine şahadetê. Tevî xebatên rizgarkirinê yên ji yekîneyên ji cihên cûda hatin jî ji ber şert û mercên zivistanî yên giran me nekarî van hevalên xwe rizgar bikin.” HPG’ê got; “Card in di 5'ê Adarê de Hevalê me Ferhat nexweş ketiye ji ber şert û mercên hewayê tevî hemû hewldanên me nehatiye rizgarkirin û gihîştiye şahadetê.”
HPG’ê bal kişand ser dijwariya şert û mercên zivistana li Kurdistanê û got; “Zivistana li hemû Kurdistanê dijwar derbas bûye, yek ji cihên herî çetin derbasbûye jî çiyayên me ne. Tevî hemû tedbîrên me ev şahadetên hate jiyandin li ser me bandor kiriye. Ev şehadetên qewîmîne wê bibe sonda me ya şopdariya rêhevalên me yê di her şert û mercê de bi hişmendî û pîrozbûna çûyina ser kar, tekoşîna xwe berdewam kirine”
Hat ragihandin ku gerîlayên jiyana xwe ji dest dane ev in:
Nasnameya gerîlayên jiyan xwe ji dest dane wiha ne: Zeynep Ulaş (Amed Serdoz) a ji Amedê, Hulya Gok (Bêrîtan Şafak) ji Colêmergê,  Rozerîn Bîlîcî (Doza Welat) ji Wanê, Someyî Sofîzade (Meysa Sipîdar) ji  Sine, Sumeye Polat (Nûda Dîlara) ji Wanê, Şehdiya Zeyrîk (Rengîn Şînda) ji Batmanê, Nûran Bellier (Rûken Çayan) ji Colemergê, Fatma Çete (Dîcle Zemyan Gilîdax) ji Agirî.
Her wiha hate ragihandin ku Gerîlayê bi navê Sabrî Açıkça (Ferhat Koçer) ê ji Şîrvan a Sêrtê jî di encama nexweşiyê de jiyana xwe ji dest daye. 

BEHDÎNÎNAN 




Ji bo endamên HPG’ê konên sersaxiyê

Di 4’ê adarê de, di navebar Dola Kokê û Qendîlê de aşût ket û 8 endamên HPG’ê jiyana xwe ji dest dan.  Ji bo endama HPG'ê Rozerin Bîlici (Doza Welat) jî li gundê Sêvekê yê navçeya Erdîşa Wanê konê şînê hate vedan.
Li Geverê konê şînê yê ji bo endamên HPG'ê Nûran Bellier û Hulya Gok hatin vekirin, ji aliyê Serokê BDP'a Geverê Rustem Demîr, Şaredarê Geverê Ercan Bora, Wekîlê Şaredarê Bajirgê Tacettin Sefali, Serokê Meclîsa Giştî ya Colemêrgê Ferzende Yilmaz, endamên Dayikên Aştiyê, MEYA-DER û gelek gesên din ve hate ziyaretkirin.
Li gundê Sêveka yê Naveya Erdîşa Wanê jî konê ji bo Rozerin Bilici (Doza Welat) hate vedan bi girseyî hate ziyaret kirin. Piştî konê şînê hate vedan Şaredarê Eganîsê Veysel Keser, Hevserokên BDP'a Erdîşê Nurgul Baran û Velî rêveberên MEYA-DER, KurdÎ-DER û gelek welatî kon ziyaret kirin.  Di serdana konê şînê de Hevserokê BDP'ê yê Erdîşê Veli Avci, anî ziman ku berpirsiyarê kuştinan hikûmetea AKP'ê ye.  Bavê endama HPG’ê Bilicî Selahattin Bîlîcî jî ji bo ziyaretê spasiyên xwe anîn ziman û wiha got: "Keça min di rêcek pîroz de jiyana xwe ji dest da ew şehîda hemû gelê Kurd e."

DÎHA/COLEMÊRG