Welatiyê bi navê Omer Ebdullah bi nasnav Omer Biradostî, xelkê bajaroka Soran a ser bi parêzgeha Hewlêrê ye. Du sal in li gundên herêma Biradostê 8 hezar berû çandiye û dixwaze bi çandina berûya deştên li Biradostê şîn bike.
Omer Biradostî li ser çandina Berûya axivî û got; “Wek erkeke nîştimanî min li deverên nizim dest bi çandina berûya kir. Armanca min ew e ku xizmetê ji jîngeha Kurdistanê re bikim. Bi rêya torên civakî min daxwaz ji welatiyan kir ku alîkariya min bikin. Gelek keyfxweş im ku gelek welatiyan alîkariya min kirin me berû çandin. Me karî bi vî karî xizmetek ji jîngehê re bikin. Ez peşîmanim ku ji zû de min berû ne çandin.”
Her wiha Omer Biradostî hewil dide bi rêya Parlamentoya Kurdistanê her sal roja 1’ê Kanûnê wek roja berû çandinê were naskirin.
ROJNEWS/SORAN