Muzeya Ingilîstanê ya neteweyî, British Museum wê hin berhemên di şerê Iraqê de ku sala 2003´yan ji muze û sîtên dîrokî hatibûn talankirin, li Iraqê vegerîne. Di nava van berheman de berhemên 5 hezar salî hene tevî gerdeniyeke parastina ji xirabiyan û mohreke bi nivîsên bizmarî.
British Museum koleksiyoneke antîkîteyên 5 hezar salî ku hema piştî destwerdana Iraqê ya Emerîka ya 2003´yan ji sîtên dîrokî bi talanê hatibûn dizîn, li Iraqê vegerîne. Ev berhemên li cem bazirganekî hingê hatibûn desteserkirin.
8 objeyên ku Scotland Yardê Gulana 2003´yan desteserkirî, bi gumana berhemên talanê ne û bazirganî jî nekarî ti delîlî nîşan bide ku ev berhem malê wî ne.
British Museumê got, paşê bazirganî dev ji bazirganiyê berdaye û ev obje ku di nava wan de xişir, kovikên nivîs li ser wan xetkirî, mohrên xemilandî û serê gurzekî hene, ji Meliktiya Yekbûyî re mabûn û wê jî ew îsal piştî serêsalê ji bo tehlîl û lêkolînê dan British Museumê.
Ew jî ketin ber talana 2003´yan
Bi herhalî lêkolîneran karî bi nivîsên li ser sê berheman, cihê ku ev obje jê hatî tam tesbît bikin. Di nivîsên bizmarî de eşkere dibû ku ev her sê obje jî ji bajarê Girsu yî Sumerî ne ku li Başûrê Iraqê nêzî Tello ya roja me ya îro ye.
Perestgeha li bajêr jî ji bo xwedawend Ningirsu hatiye lêkirin.
British Museum li ser vê demê û mijarê ji dezgehên pispor e û ji sala 2016´an ve ji bo ku arkeologên Iraqî van karan bi xwe karibin bikin, wan perwerde dike. Yek ji cihên ku ev perwerde lê tê kirin jî Tello bi xwe ye.
Muzeyê fermî got, “Objeyên din jî dişibin antîkîteyên ji kolanên Tello derxistî meydanê û bi îhtîmaleke mezin ew jî ji heman deverê ne.”
Destwerdana Iraqê ya sala 2003´yan rê li ber talanên gelekî mezin ên dîrokî û arkeolojîk vekiribû. Muzeya Neteweyî ya Iraqê hema hema bi temamî hatibû talankirin, bi deh hezaran obje hingê winda bûn.
Li gorî British Museum, ev her heşt obje jî di heman demê de ketine ber talanê. Muzeyê li ser mijarê got, “Ev (talan) bi qaçaxî, muhtemelen bi şev di nava mohleteke kurt de bi destê çend kesan hatiye kirin, ji ber ku asta wê ne berfireh û sîstematîk e weke talanên mezin.”
Berhemên 5 hezar salî vedigerin malê
Ew gerdeniya ji mermerê spî li gorî pisporên muzeyê di serdema Jemdet Nasr de qederê 3 hezaran beriya mîladê maye. Sefîrê Iraqê li Londonê Salih Husain Ali, ji ber hewldana muzeyê ji bo tesbîtkirina cihê van objeyan pîroz kir û got, “Parastina antîkîteyan berpirsiyariyeke navnetweyî ye û li Iraqê em hez dikin ji hevkariya global ji bo parastona mîrateya Iraqê û ji nû ve bidestanîna berhemên ketî ber talanê.”
Midûrê muzeyê Hartwig Fischer jî li ser mijarê got, “Ez pirr kêfxweş im ku em bûn parçeyek di vê pêvajoya vegerandina van objeyan girîng li Iraqê de ku wê di ser sefareta Komara Iraqê li Londonê bimeşe. Vegerandina van objeyan li Iraqê wekî din gelekî muhim e ji ber ku elaqeya wan bi Tello re ku niha di çarçoveya Projeya me ya li Iraqê lê kolanên arkeolojîk tên kirin.”