80 salî ye, pişta kansêr û coronayê da erdê
DİREN DİCLE ERDEN
Dervîş Şahan 80 salî ye, û li Ingilistanê dimîne. Şahan par zora kansêrê bir û niha jî piştî berxwedaneke 20 rojan pişta koronayê da erdê û ji nexweşxaneyê derket. Hevjîna wî Turkan Şahan a 79 salî jî beriya bi demekê bi nexweşiyê ketibû û ji nexweşxaneyê derketibû.
Dervîş û Turkan Şahan ji gundê Kotirê yê Afşînê ne. 15ʼê Adarê nexweş ketin û rakirin nexweşxaneyê. Li nexweşxaneya Homertonê wan birin beşê lezgîn. 25ʼê Adarê Turkanê zora nexweşiyê bir û paşê jî Derviş ê pênc salan li dijê kansêra çerm li ber xwe dabû û zora wê biribû pişta koronayê jî da erdê.
Me telefonî Dervîş Şahan kir û jê pirsî ka di dema nexweşiyê de çi fikiriye û his kiriye. Şahan got, ket neqirqiliye û netirsiyaye. Şahan weha got: Erê ez kal im. Lê ez li ber xwe didim. Min xwe bi xwe got, divê tu li ber xwe bidî û zora wê bibî. Min bawer kir ku ez ê zora wê bibim. Derman û heb dan min. Eger hûn bi nexweşiyê ketin baweriya xwe wenda nekin.
Turkan û Dervîş Şahan niha li mala xwe bêhan xwe didin û bi sedema ewlehiya xwe wê 2 hefteyan di karantînayê de bimînin.
Zavayê Dervîş Şahan, Hasan Yeter got, kalo Derviş herçiqasî ji gund koçî Londonê kiribe jî her tim tiştên xwezayî dixwar. Her tim mastê malê dixwar. Her roj sênîyek dixwar. Wekî din jî dims, mewij, qeysî, gûz û fêkî dixwarin. Jixwe hungivê xwezayî kêm nedikir. Bawer dikim ku ev xwarinên xwezayî we xurt dikirin. Wekî din jî îradeya wî moral da me hemûyan.