Neteweyên Yekbûyî diyar kir ku sala 2017’an bi  felaketên avhewayê re hejmara mirovên birçî li gorî salên beriya niha zêde bûye. 

Di nava 3 salên dawî de hejmara mirovên bi birçîbûnê re rûbirû bê navber zêde dibe. Beriya wê ev rêje her kêm dibû.

5 saziyên Neteweyên Yekbûyî raporek hevpar weşandin û li gorî raporê germahî, lêhiyên ji ber avhewayê, hişkesalî bûye ‘sedemê krîza herî bingehîn a birçîbûnê’. Sala 2017’an  hejmara mirovên birçî weke 821 milyon hate hesapkirin.

Sala 2016’an de ev hejmara 804 milyon bû. Efrîka herêma herî zêde bandor lê bûyî ye û ev jî balê dikişîne ser xwe. Li vê parzemînê ji sedî 21´ê xelkê birçî ne. Bi vê re sedî 11.4´ê nifûsa Asyayê, sedî 6.1´ê nifûsa Emerîkaya Latîn û Karayîpan, ji sedî 7´ê nifûsa Okyanûsyayê û ji sedî 2.5´ê nifûsa Emerîkaya Bakur û Ewrûpayê birçî ne.

Rapor ji aliyê Rêxistina Çandinî û Xwardemenî ya NY (FAO), Fona Zarokan a NY (UNICEF), Bernameya Xurekan a Cihanê (PAM) û Rêxistina Tenduristiyê ya Cihanê (WHO) ve hate amade kirin. Li gorî raporê li Ewrûpa 2 welat li gorî welatên din hê bêhtir nîfûsa birçî li wan heye. Sedî 5.5´ê nifûsa Arnawûtlûkê û ji sedî 5.6´ê nifûsa Sirbistanê.

Di raporê de hate gotin, ‘Em ji rewşa xirab a li Emerîkaya Başûr bi fikar in’, cihê ku herî zêde birçîbûn lê heyî, weke Yemen hate nîşandan. Li gorî raporê ji sedî 34´ê nifûsa Yemenê birçî ye. 

 

 NAVENDA NÛÇEYAN