Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Bozan Tekîn û gelek fermandarên HPG’ê tevli merasîmê bûn. Tekîn, di pîrozbahiyê de axaftinek kir û got ku PKK biryargirtina gelê Kurd ya jiyana azad e. Tekîn axaftina xwe wiha domand: „PKK biryara berxwedan û azadiyê ya gelê Kurd e. Ev bi pêşengiya Rêber Apo pêk hat. Ez vê rojê li şehîdên Kurdistanê, Rêber Apo û hemû xebatkarên PKK’ê re pîroz dikim.“
Tekîn, diyar kir ku PKK di demek ku Kurdistan hatibû dagirkirin, gelê Kurd tune dihat hesibandin de Rêber Apo û çend hevalên xwe biryara rizgariyê girt û ev tişt lê zêde kir: „Îro jî hêzên metînger dixwazin têkoşîn gelê Kurd têk bibin. Lê gelê Kurd bi pêşengiya Rêber Apo û PKK’ê çewa têkoşîn heta vê astê anîbe, bila her kes baş bizane ku ev têkoşîn wê bigihije serkeftinê. Serkeftin azadiya Rêber Apo û Kurdistana Xweser û Demokratîk e.“
Tekîn, piştî pîrozbahiyê bi gerîlayan re cînek li dar xist. Tekîn polîtîkayên AKP’ê yên li dijberî Kurdan nirxand û got: „PKK’ê maskeya dewletê ya AKP’ê olparêz xistiye. Piştî maskeya wan ket, êdî ew nikarin Kurdan bixapînin. Dawiya wan jî hat. Ev bi têkoşîn gerîla ya meha çotmehê derket holê. Êdî çi ji destê wan bê wê bikin. Aliyekê girtin, aliyê din komkujî û girankirina tecrîda li ser Rêber Apo, dê êrîş li ser gerîla bikin. Bi girtin û pêkutiyên ku tên meşandin AKP bi avayek stratejîk têk çûye. Mîmarê vê yekê Rêber Apo ye.“


ANF/BEHDÎNAN