Parlamenter Kurkçu ji kovara Tîroj re axivî destnîşan kir ku hikûmeta AKP’ê di du salê dawî de li hemberî tevgera azadiya Kurd ne serkeftiye û got ku ger ku daxwazên gelê Kurd hemû bê dîtin dê AKP li herêmeke Tirkiyeyê îktîdara xwe bi Kurdan re parve bike.
Kurkçu destnîşan kir ku di encama ku AKP şer bide dest pêkirin de PKK’ê jî yekineyên xwe dixe dewreyê û ji ber vê yekê jî AKP neçare ku seferberiya xwe ya leşkerî ya ku difikirî di şert û mercên baş de bide dest pêkirin, bigire pêş. Kurkçu da zanîn ku di encama vê pêvajoyê de em bi tayblaya şer re û bi rû ne û wiha got: “Ev rewş ji bo herdu aliyan jî ne baş e. Çimkî ji bo AKP serkeftin tuneye. Modela Srî Lankayê li çar parçeyên Kurdistanê ne mumkune. Fermandariya giştî der barê pevçûnan de daneyan dide lê ev dane rastiyê venabêje. Dema dor bê hejmara cenazeyan, rastiyeke din dertê holê. Li gorî xwe dibêjin ku me 75 kes kuştin. Lê mirov nekarin bi 10 leşkeran 75 gerîlayan şehîd bixînin.”
STENBOL