Parlementerê BDP’ê Husamettîn Zenderlîoglû diyar kir ku ev hewldana Erdogan tenê manewrayeke siyasî û polîtîk e û got; “Madem armanc ronîkirina tarîtiya dîrokê ye, em dikarin ji sala 1925 dest pê bikin û pêk bînin. Di sala 1925 de bingeha înkarkirina Kurdan hate danîn û heta girtek û tomarên Dadgeha Îstîqlalê ya Bedlîsê aşkere nebin, mirov nikare Dêrsimê fam bike. Dixwazin Komkujiya Dêrsimê weke ku carekê pêk hatibe û qewimîbe, nîşan bidin, bi vî awayî hemû polîtîkayên înkar û tunekirinê yên li ser gelê kurd vebişêrin. Di 14’ê Nîsana 1925 de li Sûka Bedlîsê Rêberê Komîteya Serxwebûna Kurdistanê (Azadî) Mîralay Xalid Begê Cîbranî, ji kadroyên pêşeng ên rêxistinê Yusuf Ziya Beg û birayê wê Elî Riza Beg, Helbestkar Mele Ebdurrahman û zavayê Yusuf Ziya Beg, Faîq Beg hatin darvekirin, ev yek di nava tomar û girtekên Dadgeha Îstîqlalê ya Bedlîsê de hene. Gelo çima her çendî 87 sal derbas bûn, evane nayên aşkerekirin? Gelo van girtekan di rafên tozgirtî de ji bo çi dihêlin? Gava ku Serokwezîr belgeyên Komkujiya Dêrsimê aşkere bike, divê vana jî aşkere bike.”
BEDLÎS