Endamê Koordînasyona PJAK’ê Mazdek Mahabad nerazîbûn nîşanî tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê meşandin da û diyar kir ku têkiliya Ocalan bi temamî bi derve re ango bi dinyayê re hatiye qut kirin û tu agahî ji Ocalan nayê girtin. Mahabad li hemberî tecrîdê bêdengiya saziyên navneteweyî şermezar kir û diyar kir ku tecrîd di asteke xetereyê de ye, di şexsê Ocalan de li hemberî gelê Kurd planên tunekirinê pêk tên û divê tu kes bêdeng nemîne.
Tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê meşandin kete meha 5’an û bertekên li dijî tecrîdê her diçe zêdetir dibin. Endamê Koordînasyona PJAK’ê Mazdek Mahabad bibîrxist ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di encama komployeke navneteweyî de radestî Tirkiyeyê kirine. Mahabad bilêv kir ku divê hêzên navneteweyî û Tirkiye dilsoziya gelê Kurd ya ji bo Ocalan baş ber çavan bigire û wiha got: “Bi salane sîstemeke taybet, sîstema tecrîtê, sîstema bê bandorkirin, sîstema bê nasnamekirin di bin navê sîstema Îmraliyê de li ser gelê Kurd ferz kir. Lê, gelê Kurd li dijî vê bi awayekî dijwar sekinî û serîhilda.”
Mazdek Mahabad diyar kir ku di encama ked û têkoşîna Ocalan de civakeke azadîxwaz û ser piyan hatiye afirandin û divê hemû hêzên navneteweyî û herêmî di serî de jî dewleta tirk Ocalan wek kesekî nebînin.

‘Sîstema îşkenceyê’
Mahabad da zanîn ku li Îmraliyê li dijî Ocalan sîstema îşkeceyê tê meşandin û wiha got: “Jixwe tecrîd bê navber li ser Ocalan her hebû. Îşkenceya fizîkî li ser Ocalan hatiye kirin. Hatiye jehrkirin. Lê, di encama şêwazê tekoşîna Ocalan a nû de ev hemû plansazî û pêkanîn pûç bûn.”
Mahabad, bal kişand zextên ku li bakurê Kurdistanê li hember gelê Kurd û siyasetmedaran tê meşandin û diyar kir ku AKP nikare bi şêwazê înkar û tunekirinê encamê bigire û gelê Kurd ev qonax têk biriye û wiha pêde çû: “Li Tirkiye qirkirin heye. Li Tirkiye qirkirina jin-mêr û zarokan heye. Li Tirkiyeyê înkarkirina nasnameya Kurd heye. Kesên ku dibêjin em siyasetmedar in û nasnameya siyasetmedariyê hildigrin lê, di nava van pêk anînan de cih digirin em şermezar dikin.”

‘Kurd then tecrîd kirin’

Mahabad, diyar kir ku tecrîda giran a li ser Ocalan tê meşandin wekî xetereyeke mezin dibînin û wiha got: “Ev helwest û rewşa heyî di rastiyê de di şexsê Ocalan de li hemberî hemû gelê Kurd e. Plansazî û bernameyeke qirkirinê ji bo gelê Kurd pêş dixînin. Em bang li raya giştî ya gelê Kurdistanê û hemû civaka mirovahiyê dikin ku di rewşeke wiha de li hemberî siyaseta qirkirinê, siyaseta îrade şikandinê rabin û bêdeng nemînin. Divê herkes di zanebûna vê xeteriyê de be.”
Mahabad. bangî gelê Kurd û hunermend, rewşenbîr û hemû kesî kir ku bila li hember tecrîdê bedeng nemînin û wiha got: “Bangawaziya me ew e ku rewşenbîr û hunermedên Kurd li dijî vê siyaseta qirkirinê helwest bigire. Li hebûn, îrade û azadiya xwe divê xwedî derbikevin. Eger em jiyaneke azad û demokratîk dixwazin divê em xwedî li Ocalan derbikevin. Pêwîste em bidin nîşandan ku dijmin nikarin îradeya me bişkînin û me têk bibin. Gelê rojhilatê Kurdistanê xwediyê Berxwedana Qendîle, xwediyê berxwedaniyê ye, xwediyê şehîdane di kesayetiya şehîd Simko, Şehîd Egîd, Şehîd Berfîn û bi dehan şehîdan de, her wiha xwedî çanda berxwedaniya zîndanê ye di kesayetiya şehîd Şîrîn, şehîd Ferzad, şehîd Ferhad û Şehîd Soran de. Pêwîst e xwedî li vê çanda berxwedanê ya ava kiriye derbikeve.”

‘Ev rewş nayê qebûl kirin’

Mahabad, careke din tecrîda giran a li ser Ocalan şermezar kir û wiha got: Em vê rewşê wek rewşeke bi tu awayî nayê qebûl kirin dinirxînin. Em bêdengiya hemû sazî û avahiyên navneteweyî, her wiha yên dibêjin em mafê mirovan diparêzin jî mehkum dikin. Di vê çarçoveyê de pêwîste gelê Kurd tekoşîna xwe berz bike. Demokrasîxwaz divê piştgiriya xwe ji têkoşîna gelê Kurd û Ocalan re xurt bikin. Her wiha pêwîste sazî û avahiyên navneteweyî bêdengiya xwe ya li hember rewşa Kurdan, şert û mercên Ocalan xirab bike.”

ANF/ BEHDÎNAN