Yek ji dîplomatên Ewropayê ku di diyarkirina polîtîkayên mafê mirovan ên YE’yê de xwedî karîgerî ye û Komîserê Mafê Mirovan ê Ewropayê Thamas Hammarbergs der barê operasyonên siyasî yên li Tirkiyeyê têne meşandin û rewşa dawî ya Tirkiyeyê de daxuyaniyê balkêş da. 
Hin ji daxuyaniyên girîng ên Komîserê Mafê Mirovan ê Ewropayê Thamas Hammarbergs wiha ne:
- Beriya lêkolîn bê kirin û bersuc bişînin dadgehê, biryara girtinê der barê wan de tê dayîn. Doz pir dereng dikevin. Delîl pir lewaz in.
- Dozgerên ku me pêre hevdîtin pêre pêk anîne dibêjin “Bawer im sucdar in”. “Ez bawer im” nabe sedem ku mirov di girtîgehan de bimînin.
- Beriya her kesê polîs der barê rojnamegerên têne sucdarkirin de, lêkolîn dikin. Telefonên wan têne guhdarkirin, rapor têne nivîsandin. Wana dişînin dozgeriyê. Dozger jî bi awayeke baş dosyayê lêkolîn nake.
- Çapemenî di bin bandora desthilatiya siyasî de ye, ev jî gumana bi xwe re tîne. Tirkiye ber bi dewleteke yek partiyê ve diçe. 
- Pirsgirêka Kurd bi çek û girtinan çareser nabe. Jib o çareseriya pirsgirêkê divê dewlet bi PKK’ê re dest bi hevdîtina bike.




Biryara girtinê pêşin tê dayin
Komîserê Mafê Mirovan ê Ewropayê Thamas Hammarbergs piştî lêkolînên xwe yên li 47 welatan, vê darê çû Tiriyeyê û hin lêkolîn der barê mafê mirovan de kir.
Hammarbers diyar kir ku wana rapara “Azadiya Ramanê” ku amade kirine, pêşkêşê hikûmeta AKP’ê kirine, ew dê di demek nêzîk de raporê aşkere bikin.
Hammarbers diyar kir ku yek ji binpêkirinên mafê mirovan ên li Tirkiyey ew e, beriya mirov ji dadgehan derbikevin, têne girtin û got; “Ango ez dixwazim bêjim ku beriya mirov bêne girtin, der barê wana de biryara girtinê dayîn.”
Hammarbers destnîşan kir ku du dozên mezin ên KCK û Ergenekonê bandoreke mezin li ser rewşa Tirkiyeyê dikin û got; “Di doza KCK’ê de, gelek siyasetmedar hatine girtin. Di nava vana de gelek rêveberên BDP’ê jî hene. Doz bi awayeke pir dereng dimeşin. Min li Amedê bi dozger re hevdîtin pêk anî. Delîl pir lewaz in.”

Dozger lêkolînê nakin  

Hammarbers diyar kir ku dozger lêkolîn nakin û got; “Dozger jî bi awayeke baş dosyayê lêkolîn nake û bi daxwaza girtinê ji dadgeran re dişînin.” Hammarbers bi bîr xist ku derdorê 70 rojnamger li Tirkiyeyê di girtîgehê de ne.
Hammarbers bal kişand ku rewşa çapemeniyê ne tenê bi girtinê ve sînordar e û bal kişand ser astengî û sansura li ser înternetê jî. Hammarbers got; “Çapemenî di bin bandora desthilatiya siyasî de ye, ev jî gumana bi xwe re tîne. Tirkiye ber bi dewleteke yek partiyê ve diçe.”
Hammarbers bal kişand ku pirsgirêka kurd bi şer û girtina çareser nabe û wiha domand; “Pirsgirêka Kurd bi çek û girtinan çareser nabe. Jib o çareseriya pirsgirêkê divê dewlet bi PKK’ê re dest bi hevdîtina bike.”
Hammarbers diyar kir ku ew ê di dawiya mehê de Rapora Azadiya Ramanê ya der barê Tirkiyeyê de di dawiya mehê de aşkere bikin. Hammarbers diyar kir ku wana rapara “Azadiya Ramanê” ku amade kirine, pêşkêşê hikûmeta AKP’ê kirine, ew dê di demek nêzîk de raporê aşkere bikin.”
Hammarbers der barê tecrîda Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan ku zêdetirê 4 mehan didome de jî got; “Divê mafên ji girtî û mehkûmên din re têne nasîn, ji Ocalan re jî bêne nasîn. Divê neyê tecrîdkirin. Divê têkiliya wî ya bi cîhana derve re neyê astenkirin.”
Hammarbers diyar kir ku Ewropa bi temamî li hemberî tecrîdê ne bê deng e û got; “Hin nerazîbûnên wan ên di raya giştî de cih digirin hene.”


 ANF/STOCKHOLM




Konseya Ewropayê: Em bi guman in

Piştî hewldanên me yên “Çima Yekitiya Ewropayê li hemberî binçavkirina rojnamegeran bê deng e?”, Komîsyona Ewropayê daxuyaniyekê nivîskî ji ANF’ê re şand. Pêr Berdevkê Berpirsê Polîtîkaya Cîrantî û Berfirehkirinê ya Konseya Ewropayê Stefan Fule, Peter Stano der barê binçavkirina rojnamegeran de daxuyanî dabû ANF’ê. Stano got; “Rêzdar Fule jî heman guman û ramanan parve dike. Ew bi xwe jî van pêşketinan ji nêz ve dişopîne. Teqez, ez balê dikişînim ser; YE li hemberî van binçavkirinan ne bê deng e û ji van pêşketinan pir bêzar e.”
Di daxuyaniyê de hate gotin ku Konseya Ewropayê qewimînan ji nêz ve dişopîne û wiha hate gotin: “Konseya Ewropayê binçavkirina rojnamegeran a roja sêşemê dest pê kirin, ji nêz ve dişopîne û bi guman e.
 Em diyar dikin ku komîsyon li hemberî terorîzmê piştgiriyê dide Tirkiyeyê û lê divê ev tekoşîna wiha rêzê nîşanî azadiya ramanê û mafê mirovan bide. Hem ev zagona terorê ya Tirkiyeyê û hem jî şîroveyên wê gumana bi xwe re tînin.

Pirsgirêka kurd û hemû pirsgirêkên Başûrê Rojava (Başûrê Bakûrê Kurdistanê) tenê dikarin bi hevkariya hemû hêzên demokratîk çareser bibin.

BRUKSEL