Endama Komîteya Rêveber a PKK’ê Sozdar Avesta ji ANF’ê re axivî û bal kişand ser polîtîkayên şkandina vîna gelê Kurd û metirsiyên ku hene û wiha axivî: “Li Sûriyeyê li ser gelê me polîtîkayên tunekirinê tên meşandin, dewleta Tirk dixwaze mudaxele bike û li başûrê Kurdistanê jî dixwaze ku Kurd bi destê Kurd tesfiye bike, divê ku li çar parçeyan gelê Kurd şiyar be û berjewendiyên xwe yên netewî biparêze.”
Avesta berxwedana çalakvanan silav kir.
Avesta behsa cudabûna di navbera çalakiya 1982’yan û niha de jî kir wiha got: “Di dîroka têkoşîna me de cihê vê çalakiyê pir girîng e. Di sala 1982’yan de li zindana Amedê li hemberî zilm û zordariya li ser gelê Kurdistanê çalakiya Grêva Birçîbûnê ya mezin di pêşengtiya heval Mehmet Xeyrî Durmuş, Kemal Pîr, Akîf Yilmaz û Elî Çîçek de hatibû destpêkirin bi şahadetên van gihîşt armanca xwe. Ev kevneşopiya çalakiyê di sala 2012’an de jî bi minasebeta azadkirina Rêber Apo û gelê Kurdistanê hate lidarxistin. Em dikarin bêjin ku çalakî gihîşt armanca xwe. Di raya giştî de û li her çar parçeyên Kurdistanê hişyariyek mezin çêkir. Ev wekî pireyeke azadkirina Rêber Apo bû û van hevalan di avakirina vê pire de peşengtî kirin. Rêber Apo ji bo ku zirarê cani neyên çêkirin, bangewaziya çalakgerên Grêva Birçîbûnê kir û xwest ku çalakiya xwe bi dawî bikin. Tevgera me jî ev bangewazî pejirand û bang li hevalan kir ku çalakiya xwe bi dawî bikin. Van hevalan erkên xwe pêkanîn û li ser banga Rêbertî û rêvebertiya me çalakiyên xwe bi dawî kirin. Çalakiya wan bûye pireyek avakiriye, wê meşa azadiyê li ser vê pireye dewam bike.”

Rewşa Sûriyeyê...
Avesta pêvajoya Sûriye jî wiha nirxand: “Bi taybetî şerê hêzên hegomonîk ên Kuresel ku berjewendiyên xwe diparêzin û li Rojhilata Navîn tê meşandin îro li Sûriyê mifte bûye. Ev pêvajo wekî Bihara Gelan di destpêka 2011 ‘an de dest pê kir, li Lîbya û Misr hê jî berdewam e. Li Tûnisê jî weke ku tê xwestin hin kevir nehatine rûniştandin. Li Sûriyê ev pêvajo, bi mudaxeleyek ji derve ve tê kirin. Bêguman ew gelên ku li Sûriyê dijîn, mirov nikare bêje ku rista wan nîne, elbet rista wan jî heye. Lê di bingeh de ev pêvajoya ku tê jiyîn hêzên desthilatdar, ji bo destwerdan û berjewendiyên xwe, dixwazin xwe alozî kûr bikin. Dixwazin êdi rejîmên li gorê xwe bînin ser hukum. Rejîmên ku hene, nahêlin ku hêzên desthilatdar xwe bi cih bikin. Di heman demê de ev rejîm têra gelê xwe jî nakin.”
Avesta diyar kir ku ji hêla demokratîkbûnê ve gavên tên xwestin navêjin, civakê newekhev e, olîgarşîk e. Avesta wiha axivî: “Bi salane rejîma Baas, Rejîma Esed gavên pêwist ên tên xwestin navêtin. Lê hêzên derve kesên ku dixwazin bînin ser hikum jî, ên ku ji aliyê demokrasiyê û mafê mirovan ve Esed jî derbas nakin. Hêzên derve dahatûya xwe bi vê ve girê dane. Yek ji wan hêzên cîran ên di heremê de nêzîk e jî dewleta Tirk e. Ev saleke ku Dewleta Tirk herî zêde sîyaseta xwe li ser vir dide meşandin. Tirkiye jî dixwaze ku hikûmeta nêzî xwe bîne ser hukum û bixwe ve girê bide. Sedemê ku risteke wiha neyînî dilîze çiye? Sedemên wê yên bingehîn Têkoşîna Azadiya Gelê Kurdistanê ye. Têkoşîna Gelê Kurdistanê gihaye astekê pir bilind. Em niha dinêrin ku li Sûriyê hêza herî bi rêxistinkirî, hêza Kurda ye. Ev bîst- sî sal in ku li Sûriyê hêza têkoşîna demokratîk û ên ku xebatên demokratikbûnê kirine gelê Kurdistanê ne. Beriya her tiştê Rêbertiya me bîst sal li wir xebat û têkoşîna bê hempa da. Niha li Sûriyê gelê Kurd ne bi hêzên rejîma Esed re û ne jî bi hêzên der ve re ne ku dixwazin ji bo berjewendiyên xwe mudaxeleyekê leşekerî bikin re ne. A rast siyaseta rast, bi exlaq û polîtîk ku mebdeyên xwe diparêze, siyaseta Kurd e. Di siyaseta Kurd de, berjewendî nîne, desthilatdarî nîne.”

'Xetere li ser hemû Kurdan heye'
Avesta destnîşan kir ku bê gûman xetereyek mezin li ser hemû Kurda heye ji ber ku li ser herêmî hesabên hêzên derve hene û wiha got: “Berjewendiyê heremê nahêle ku statuyek Kurda bê avakirin. Tevî du sed sal jî derbasbû jî hêzên Kuresel, hegomonîk, kapîtalîst, desthilatdar bi taybetî di Kurdistanê de dixwazin dîzaynek nû çê bikin. Ev dîzayinkirin, li gorî berjewendiyên wan e. Pergala desthilatdar hêzên ku hevkariya wan dikin dide pêş, hêzên ku xwediyê vîna azad û hevbeş e naxwazin. Operasyonên de dibin navê operasyonên KCK’ê de hatin kirin sê hezar sîyasetmedarên Kurd hatin girtin. KCK çiye, pergala gelê Kurd e, pergala jiyana azad e, hemû Kurdên li çar perçeyên Kurdistanê ye. Li hemberî vî ne pejirandineke heye. Dewleta Tirk û hevkarên wî dibeên misoger em ê vîna gelê Kurd bişikînin. Niha şerê ku bêvînbûnê ye. Gelê Kurd jî dixwaze vîna xwe biparêz e.”

'Hewldinin Kurdan bînin dijberî hev'
Avesta diyar kir ku dewleta Tirk par bi Îranê re ji bo ku tevgera azadiyê tûne bike, hevpeyman çêkir û li dijberê wan ketin tevgerê. Avesta da zanin ku niha jî Dewleta Tirk li ser Herêma başûrê Kurdistanê bi hikûmeta heremê û serokê wî re, dixwazin di destê Kurd vîna Kurd bikar bînin, dixwazin vê rêbazê ji bo Rojava, Bakûr, Başûr û Rojhilatê Kurdistanê hemûyan bikarbîne.
Avesta wiha pê de çû: “Di bingeh de dixwazin Kurdan bi destên Kurdan tûne bikin. Beriya demekê serokê herêma Kurdistanê birêz Mesût Barzanî dawetê Tirkiyê kirin, sedemê wê çibû? Ji bo ku li hemberê Tevgera Azadiyê bi kar bînin bû. Dewleta Tirk armanca vê ziyarete bi rengekî vekirî anî ziman û got; “mijarek Sûriye ye, mijareke jî PKK’ye.” Ev mijara Sûriyê jî, bi rewşa Kurdên Sûriyê ve girêdayî ye. Divê ku hikûmeta Federal a başûrê Kurdistanê neyê van lîstokan. Ev polîtîkayên ku tên meşandin weke ku tên xwestin encam nede.”

‘Têkoşînê bilind bikin'
Avesta wiha dawî li axaftinên xwe anî: “Ji bo tevahî gelê me em dibêjin; pêngava awarte ya Rojavayê Kurdistanê jixwe tê şopandin û bi hemû awayê de jixwe gel pê re ye. Gelê Kurdistanê dikare van xeteriyan bişkîne. Gelê Kurdistan di peşengtiya Rêber Apo de giha ye asteke pir bilind. Azadkirina Rêber Apo, azadkirina Gelê Kurdistanê ye. Li ser vê bingehê jî em bi bawerin ku wê vê pêvajoyê li ser berjewendiyê gelê Kurd ji bo ku mayîn de bibe û bi azadiya Rêber Apo wê bigîhe, encamê. Li ser vê bingehê ji bo hemû gelê Kurd, ev qonaxa têkoşîna ku gelê heremê û gelê Kurd tê de derbas dibe, ji bo bigîhe serkeftinê banga me heye. Ji bo vê jî Gelê Kurdistanê divê serhildanene xwe bilind bikin, pergala xwe saz bikin û yekitiya xwe xurt bikin. Dîsa di hemû qadên têkoşînê de dibin peşengtiya sekna bi rûmet, sêkna bê hempa ya Rêber Apo û berxwedana mezin ya zindanan û têkoşîna lehengtiya gerîla û gel xwe ava bike. Carek din em dibêjin; divê ku em têkoşîna xwe bilind bikin û serkeftina xwe misoger bikin. Azadiya Rêber Apo û gelê xwe bi encam bikin. Li ser vê bingehê em hemû gel û hevalên xwe dawetê pêkanîna erkên xwe yên pîroz dikin."

ANF/BEHDÎNAN