Di sê rojên dawî de li dijî heşt avahiyên BDP´ê êrîş pêk hatin. Êrîşên li dijî BDP ji aliyê kurdan û derdorên demokrat ve bi nerazîbûnan hatin pêşwazîkirin.
Êrîşên li dijî BDP´ê bi nerazîbûnan hatin pêşwazîkirin. Li Dîlokê rêxistinên civaka sîvîl û partiyên siyasî li dijî êrîşan daxuyaniyeke çapameniyê ya hevbeş dan. Nûnerên saziyên sivîl ên civakî diyar kirin ku berpirsiyarê êrîşên lîncê yên li dijî BDP'ê û gel hikûmeta AKP'ê ye. Daxuyaniya çapameniyê li Şaxa ÎHD'ê ya Dîlokê pêk hat. Di civînê de nûnerên HDK, ÎHD, KESK, OSP, Komeleya Civaka Nû û gelek saziyên din amade bûn. Li ser navê saziyan Nûnerê HDK'ê yê herêma 20'mîn Muslum Acar, daxuyanî da. Acar, ji malbatên ku di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dan sersaxî xwest û anî ziman ku ev yek encam û berhemên polîtîkayên hikûmeta AKP'ê ya şerxwaz e. Acar, anî ziman ku AKP li dijî gelê kurd û civakê daxuyaniyên aloz û sorkirinê dide û ev yek dibe sedema êrîşan. Acar, destnîşan kir ku bêyî lêkolîn bê kirin PKK û BDP hedef hatiye nîşandan û êrîşên li dijî avahiyên BDP'ê zêde bûne û got, "Berpirsiyarê van êrîşan AKP û polîtîkaya wê ye.
Ji BDP nerazîbûn
Cîgirê Koma BDP'ê Îdris Baluken jî der barê êrîşên lîncê û şewitandina avahiyên BDP'ê de daxuyaniyek nivîskî da. Baluken, anî ziman ku hikûmeta AKP’ê hefteyek e gel şaş agahdar dike û li ser agahiyên şaş êrîşên li dijî partiya wan zêde bûye. Balûken, da zanîn ku ev êrîşên lîncê û şewata avahiyên wan berdewama polîtîkayên înkar û îmhayê ye û berpirsiyarê vê yekê hikûmeta AKP'ê ye. Baluken got, "Ji niha û şûnde jî çi êrîş dibe bila bibe êrîşên li dijî avahiya wan BDP’ê berpirsiyar AKP ye."
DÎLOK