Hevseroka KCD'ê Aysel Tugluk, Serokê Giştî yê KADEP'ê Şerafettîn Elçî, Serokê Giştî yê HAK-PAR'ê Bayram Bozyel û Serokê Giştî yê OSP'ê Sînan Çîftyurek pîrozbahiyên Newroza Amedê ji DÎHA'yê re nirxandin.
Serokê Giştî yê KADEP'ê û Parlementerê Amedê Şerafettîn Elçî, diyar kir ku gelê Kurd li Amedê Newrozeke dîrokî pîroz kir û ev yekê nîşaneya berxwedana gelê Kurd e. Elçî, anî ziman ku berpirsiyarê mirina Rêveberê BDP'ê yê Arnavutkoyê Haci Zengîn û bûyeran dewlet û hikûmete. Elçî, da zanîn ku Newroz rojeke fermî ya betlaneyê nîne ku dewlet dê çawa bê pîrozkirin biryarê bide û wiha got: "Ev cejan Kurdan a neteweyî ye. Dê çawa bê pîrozkirin û li ku derê bê pîrozkirin gelê Kurd û nûnerên wan dê biryarê bidin. Ya hikûmet bike ewlehiye. Berxwedana Newrozê nîşanaye berxwedana gelê Kurd a bi rûmet e."

Gel astengî nas nekir
Serokê Giştî yê HAK-PAR'ê Bayram Bozyel jî diyar kir ku hikûmetê bi hewildanên provokatîf xwest ku Newrozê asteng bikin. Bozyel, anî ziman ku gelê Kurd li gel hemû çalakiyên provokatîf bi çanda demokratîk Newroz pîroz kir û wiha got: "Gelê Kurd sînorên nasnekirin. Di vê mijarê de bi biryar bû. Ev yek xwedî li derketina têkoşîna azadiyê neye."

Zordariya dewletê têk çû 
Serokê Giştîyê OSP'ê Sînan Çîftyurek jî helwesta dewletê ya li dijî pîrozbahiyên Newrozê şermezar kir û wiha got: "Li Stenbolê ji ber êrîşa dewletê rêveberekî BDP'ê jiyana xwe ji dest da. Di serî de serê gelê Kurd û BDP'ê û dostên wan sax be. Berxwedana gelê Kurd û biryarbûna gelê Kurd zordariya dewletê têk bir."

Newroza Amedê girîng e
Hevseroka KCD'ê û Parlementera Wanê Aysel Tugluk jî diyar kir ku li gel hemû astengiyên hikûmetê gel vîna xwe nîşan da û wiha got: "Hikûmetê dixwast ku tevgera siyasî ya Kurdan bê girse bêhile û wisa nîşan bide. Hikûmetê dixwast ku vîna gel bişkêne û peywa wê yekê bide. Lê gel bi biryar vîna xwe nîşanda. Di aliyê pêvajoyê de Newroza Amedê gelek girîng e. Gelê Amedê li hemberî polîtîkayên qirkirinê yên hikûmetê bi biryar rawestiya. Gelê Amedê ve hemû têk birin. Gelê Amedê bi vê yekê vîna xwe ya li cem Rêberê PKK'ê Birêz Ocalan û tevgera siyasî ya Kurd nîşan da." 

AMED