
Rewşa dayîka Firat Menfîat Îzgînê jî ji ya bavê wî ne cudatir e. Dayîka 11 zarokan Menfîat Îzgîn hêza wê ya ku kurê xwe bi çend hevokan vebêje nemaye. Dayîka ku bi alîkariya zarokên xwe li ser piyan dimîne bi gotinên wekî; 'ez bi kîjan hevokan lawê xwe vebêjim' dilorîne. Dayîka Îzgîn gotinên; 'bila welat saxbe' jî tevî lorînên xwe dike.
Li nexweşxanê lêpirsîna jendermeyan
Birayê Firat Mesut Îzgîn jî anî ziman ku hema hema hemû bedenê Firat şewitîbû û got; piştî ku Firat bedena xwe dide ber agir ji bo ji ban nekeve xwe bi têlên ser ban ve zevt dike. Lê ji ber ku têl jî plastîk bûn, ew jî dihelin û Firat ji ban dikeve. Mesut destnîşan kir ku di dema bûyerê de ew ne li malê bûye û wiha axivî: "Dema ku bavê min tê malê birayê min di nava pêtên agir de dibîne. Hewl dide ku agirê li canê wî ketiye vemirîne. Di wê kêlikê de destên bavê min jî dişewite. Piştî ku min agahiya xweşewitandina wî girt, ez çûm nexweşxana dewletê ya Midyatê û 2 saetan li benda wî mam. Dema ku birayê min dibin nexwşxanê ji aliyê fermandarê jenderme ya navçê ve tê lêpirsînkirin." Îzgîn destnîşan kir ku jenderme soza helîkopterê daye wan lê rênekiriye û got; birayê min di lêpirsînê de ji bo dilsoziya xwe ya bi PKK'ê re vebêje dirûşme berz dike û dibêje ji bo Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan wî ev çalakî pêk aniye.
'Birayê min terkî mirinê kirin'
Îzgîn anî ziman ku birayê wî sewqî nexweşxana dewletê ya Mîdyatê dikin û wiha pê de çû: "Nexweşxanê bi hincetên wekî; derfetên me kêm in birayê min qebûl nekirin. Ew 7 saetan li nexweşxana Park a Mêrdînê rawestandin. Li wê derê jî tenê serum dan wî. Bi zanebûn birayê min terkî mirinê kirin. Me nexweşxanên ûnîteya şewatê lê heye ya 81 bajarên Tirkiyê geriya lê hemû jî tijî bûn.
Mesut Îzgîn destnîşan kir ku destpêkê cenazê birayê wî birine morga nexweşxana dewletê ya Mêrdînê û bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: "Ji bo birayê min bidin jiyîn tu hewldan nehatin nîşandan. Birayê min fîdaneke 15 salî bû. Ev bûyer ne ew qasî hêsan e. Heke bi rastî jî mûdaxaleyeke cidî hatiba kirin belkî birayê min niha dê jiyaba. Em ê hisaba vê yekê ji cihên eleqeder bipirsin."
'Ji ber em ji wî veqetiyan em pir xemgîn in'
Hevala Firat ya dibistana seretayî û navîn Umran Kiliça 15 salî jî diyar kir ku ji zarokatiyê ta çalakiyê ew bi Firat re bûne û got; "Em qet jihev neveqetiyan. Tevî temenê xwe yê ciwan jî ji me hemûyan gihîştîtirbû. Tenê em lîseyê jihev veqetiyan. Lê şeveq û êvaran em bihev re dihatin û diçûn dibistanê. ji ber em ji wî veqetiyan em gelekî xemgîn in."
Nameya Îzgîn
Îzgîn beriya çalakiyê pêk bîne di rûpelek a lênûska xwe de ve hevok nivîsandibûn: "Destpêkê ji Birêz Ocalan û piştre jî ji hemû gelê Kurdistanê ji bo vê çalakiyê destûrê dixwazim û pêk tînim. Ez niha bedenê xwe didim ber agir, lê bila neyê jibîr kirin ku ez vê çalakiyê ji bo gelê xwe pêk tînim. Ez dixwazim bibim dengê aştiyê, wekî hemû hevalên xwe yên bedenê xwe dane ber agir... Ez naxwazim kesek xemgîn bibe. Gora min bi ala Kurdistanê bixemlînin. Ez hemû gelê Kurdistanê û gerîlla bi heskirineke jidil û rêzdarî hembêz dikim."
NİLGÜN YILDIZ - DÎHA/MÊRDÎN