Rewşenbiran di belavoka bi solgana „Ji şer re na, bila hevdîtin bi lezgîn pêk bê“ de bang li hemû nûnerên beşên civakê kirin û xwestin ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd di nava hewldanên aştiyê de bin.
Di belavokê de hate hate diyarkirin ku pevçûn û şerê di navbera TSK û PKK’ê de dîsa mezin dibe û sedema vê yekê jî ji ber ku pirsgirêka Kurd bi rêya demokratîk çareser nabe. Di belavokêde hate xwestin ku pirsgirêk bi şer û pevçûnê çareser nabe û hate xwestin ku li şûna şer, pevçûn û operasyonan rêyên diyalog, muzakere û aştiyê bên avêtin. Rewşenbiran di berdewama belavokê de hikûmeta AKP’ê rexne kir û da zanîn ku AKP bi polîtîkayên pevçûn, operayon û înkarê nikare pirsgirêkê çareser bike û xwest rê li pêşiya siyaseta medokratîk veke. Rewşenbiran bang li PKK’ê jî kir û xwest dest ji êrîşan berde û heviya xwe ya aştiyê zindî bigire.
Rewşenbir û siyasetmedaran daxwazên xwe jî anîn ziman û wiha gotin: „Divê pirsgirêk bi rêbazên zagonî û makeqanûnê bê çareserkirin. Ji bo vê yekê jî divê pêvajoya muzakereyan bê dest pê kirin. Divê benda hilbijartinê ya ji sedî 10 bê rakirin. Divê rê li pêşiya azadiya ramanê bê vekirin û kes ji bo ramanên xwe neyên cezakirin. Divê di serî de Hatîp Dîcle û hemû sucdarên fikrê azad bên berdan. Divê mafê perwerdehiya zimanê zikmakî bê dayîn.“
Rewşenbîran di belavokê de rêya çareseriyê wiha nîşan da: „Bi çek û operasyonan çaresî pêk nayê. Bi dîalog û muzakereyan û bêhn firehiyê dê çareserî pêk were.“ Rewşenbîran berpirsiyariya TBMM’ê yê destpêkirina pêvajoya aştiyê dîrokî bi navkir û xebata makezagona nû da wiha bang li rewşenbîran kir: „Makezagone ke wekhevî û azadîyan diparêze kare aştiyê bîne. Heta xebata parlementerên bloga Ked, demokrasî û Azadiyê di makezagona demokratîk de tune be aştî pêk nê. Em bang li îktidarê û hemû beşdarên TBMM’ê dikin û ji wan pêvajoya aştîyê dixwazin. Ji parlementerên blogê jî tevlê bûna TBMM’ê dixwazin. Şer ne çareseriye! Çekan berdin! Em civake ke aştiyê ya li ser maf û hukukê cih girtiye dixwazin.“
STENBOL