46 rêxistinên sivîl ên civakî yên oldar ên Amedê têkildarî hestiyên li baregeha JÎTEM’ê hatin dîtin daxuyanî dan çapemeniyê û gotin “Hestî ayîdî kîjan serdemêne dikarin nava hefteyekê de aşkera bikin û xwedî vê derfetê ne” Rêxistinên sivîl ên civakî xwestin ku têkildarî cinayetên bûyerên kiryar nediyar li Meclîsê heyetek bê avakirin.
46 rêxistinên sivîl ên civakî yên oldar ên Amedê têkildarî cînayetên bûyerên kiryar nediyar de li ber Mizgefta Hz. Suleyman daxuyanî dan çapemeniyê. Nûnerên 46 rêxistinên sivîl ên weke Memur-Sen, Koma Diyalogê ya Dîcle Firatê, Diyanet-Sen û MAZLUMDER tevlî daxuyaniyê bûn. Li ser navê rêxistinên sivîl Nûnerê Memur-Sen’ê yê Amedê Azîz Aslan daxuyanî xwend Aslan, bal kişand ser hestiyên mirovan ên li Îçkaleyê derketin û wiha got: “Li herêmê wehşetekî çawa hate jiyîn li holê ye. Li herêmê 17 hezar cînayetên kiryar nediyar hene. Ji wan heya niha gora 162 kesan hatin vekirin.”
Aslan, anî ziman ku 28 hestiyên tasên serê mirovan ji Saziya Tipa Adli ya Stenbolê re hatin şandin û wiha axivî: “Dikarin di nava hefteyekê de hestî ayîdî kîjan demêne aşkera bikin. Derfetên wan ên vê yekê hene. Bi ser vê yekê de gelek hefte derbasbûn lê hêj tu rapor nehatine amadekairin.” Aslan, da zanîn ku divê biryar veşariyê ya li ser kolandinan bê rakirin û malbat bikevin qada kolandinê.
Aslan wiha axaftina xwe berdevam kir: “Heke hikûmet nebe tevkarê vê wehşetê divê bi ser van cinayetan de biçe û van bûyeran ronî bike.” Aslan, xwest ku têkildarî cînayetên bûyerên kiryar nediyar de li Meclîsê heyetek bê avakirin.
AMED