
12 sal in heman rewş
Pêkanînên li hemberî Ocalan yên tecrîdê sîstematîk berdewam dikin.Parêzerê Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan Îbrahîm Bîlmez der barê tecrîda Îmraliyê ji rojnameya me re axivî. Parêzer Îbrahîm Bîlmez destnîşan kir ku tecrîda li ser Ocalan 12 sal in didome û wiha axivî: “Heman rewş bi salane dom dike. Ev 7 hefte ne em ji birêz Ocalan agahî nagirin. Sîstema Îmraliyê 12 sal in li hemberî birêz Ocalan bi awayekî rêk û pêk tê meşandin. Di demên dawî de tecrîd girtantir bûye.”
Muameleya êsîran dikin
Îbrahîm Bîlmez da zanîn ku muameleya girtiyan li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nakin û Ocalan li Îmraliyê muameleya esîran dibîne û wiha pê de çû: “Muameleya girtiyan li birêz Ocalan nakin. Muemeleya esîran li Ocalan dikin. Li gorî pênaseyên hiqûqî yên dewletê birêz Ocalan girtî ye. Wê demê divê muameleya esîran li Ocalan nekin, muameleya girtiyekî bikin.” Îbrahîm Bîlmez anî ziman ku ev pêkanînên li hemberî Ocalan xizmetî çareseriya pirsgirêka Kurd nakin û wiha got: “Sedema neçareseriya pirsgirêka Kurd ya herî mezin nêzîkatiya li hemberî birêz Ocalan e. Ev pêkanînên dê çareseriyê zehmetir bike.”
Dê serî li CPT’ê bidin
Bîlmez, bibîrxist ku bi pêşniyara CPT’ê ve ji bo başkirina rewşa Îmraliyê 5 girtî sewqî Îmraliyê kiribûn lê li ser nayê sekinandin û malbatên kesên ku sewqî Îmraliyê bûbûn jî nikarin bi xizmên xwe re hevdîtinê pêk bînin. Bîlmez diyar kir ku der barê tecrîda Îmraliyê 2 caran CPT agahdar kirine û wiha got: “CPT’ê ji me re gotibû ger tiştek bibe me agahdar bikin. Me der barê rewşa birêz Ocalan CPT du caran agahdar kir. Ger tecrîd bidome di rojên pêş de em ê careke din serî li CPT bidin.”
Bîlmez, da zanîn ku der barê tecrîda li ser Oclana dosyayek amadekirine û dê dosyayê pêşkeşî Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê (DMME) bikin. Parêzer Bîlmez anî ziman ku ji ber tecrîdê bi fikar in û wiha got: “Em bi fikar in. Em dixwazin demildest tecrîd bê rakirin. Em bangî hemû raya giştî dikin ku bila di vê mijarê de hestyar bin.”
İSTANBUL