Nivîskar û hunermên Kurd, der barê astengkirina li pêş hevdîtina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ku 49 rojin didome de bertekên xwe anîn ziman û diyar kirin ku tecrîda li ser Ocalan binpêkirina mafê jiyanê ye û xwestin ev tecrîd lezgîn bê rakirin. 
Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan piştî di 27’ê tîrmehê de bi parêzerên xwe re hevdîtin pêk anî û diyar kir ku ji ber şert û mercên xerab û daxwazên wî bi cih nayên tiştekî ku bike nemaye û xwe dide alî, 49 rojin parêzar nikarin biçin hevdîtinê. Her wiha malbat bi mehan e nikare bi Ocalan re hevdîtinê pêk bîne. Piştî ku Ocalan xwest karibe azad tevbigere, şert û mercên ewlehî û tenduristiya wî baş bibe, li şûna ku daxwazên Ocalan bi cih bên, dijberî vê yekê 12 caran serlêdanên parêzeran ên ji bo hevditina bi Ocalan re hate astengkirin û sedema vê yekê jî di orta havînê de muxaletefa hewayê û xerabûna keştiyan nîşan dan. Nivîskar û hunermendên Kurd yên Amadê bertek nîşanî vê yekê dan û diyar kirin ku ev helwesta AKP’ê xizmetê ji aştî û demokratîkbûna Tirkiyeyê re nake. Nivîskar û hunermenda xwest bi lezgîn astengiya li pêş hevdîtina Ocalan bi dawî bibe û daxwazên Ocalan bi cih bên.
Zimanzan û Lêkolîner Samî Tan bal kişand ser hikûmêta AKP’ê wiha axivî: „Di van demên dawi de hikûmeta AKP’ê naxwazê pirsgirêka Kurd çaraser bibe. Divê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan jî di nav vê pêvajoya çaresiyê de cih bigire.“
Nivîskar Firatê Dengîzî jî bilev kir ku ew pergala li Îmralîyê te meşandin bingaha îmha û politikayêk xapinoke û wiha got: „Pergala li Îmralîyê te kirin bingaha îmha û politikaya xapindinê ye. Mirov ve wek xatarê dibînê.“
Nivîskar Şerefxan Cîzîrî diyarkir ku tecrida li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ne miroviyê û wiha got: „Tecrida li ser Brêz Abdullah Ocalan ne mirovî ye. Ne demotratîk e. Lê mixabin, dîsa pêşî li vê diyalogê hate girtin û dîsa şer û alozî tê xwestin. Dê ew bixwazin ne xwazin ji aliyê gelê Kurd ve reberiya Brêz Ocalan hatîya kabulkirin. Bi lezgîn tecrîda li ser Ocalan bi dawî bibe û daxwazên Ocalan bi cih bînin.“
Nivîskar Yaşar Eroglu jî tacrita li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan wekî tecrid li ser gelê Kurd bi nav kir û wiha axivî: „Tecrîda li ser birez Ocalan ku tê kirin li gele Kurd hatiye kirin ji ber ku gele Kurd li ber aştiyane û çarasêriyê ve diçe hemû daxwazê xwe yê aşitîyane pêk tîne. Lê mixabîn hikûmeta AKP’ê ve pevajoyê dixitimîne.“
Hunermendê Kurd Azad Kizilkaya jî anî ziman ku dewlata AKP’ê wekî pisîka ku bikeve xeterê û wiha got: „Ez çiqas nuçeyan dişopînim ez pir hêz dibim û ez ve dewlatê şermezar dikim. Ez dewleta  AKP’ê wekî pisîkê di binim. Pisîka ku dikeve xeterê û di tengasiyê da erişî derdora xwe dike.  AKP jî niha wisa ye.“
Hunermend Ahmet Jara jî bilêv kir ku daxuyaniyên AKP’ê li ser polîtîkayên şer pêş dikevin û wiha got:  „Nêzîkatiya li hemberî Ocalan nêzîkatiya li hemberî pêşerojê ye. Çawa nêzîkî Ocalan bibin dê wisa nêzîkî pêşerojê bibin.“
Hunermenda Kurd Nurcîhan Yilmaz jî bal kişand ser astengiyên li pêş hevdîtina parêzeran a bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re û wiha axivî: „Tecrida li Îmraliyê ne tenê li ser Brez Ocalan tê meşandin. Di şexsê Ocalan de li ser hemû gelê Kurd tê meşandin. Hikûmeta AKP’ê bi nêzîkatiya li hemberîe Ocalan nîşan dide ku aşitiyê naxwaze û muzakereyên dihatin kirin û wekî gava azadî û aşîtiyê dihatin dîtin asteng kir. Hate dîtin ku Hikûmeta AKP’ê aştiyê naxwaze.

Şanogera Kurd Hatîce Katar jî bi pirsê helwesta AKP’ê anî ziman û wiha got: „Hikûmeta AKP ‘ê şer dixwaze an na? Ger ku şer naxwaze çima hevditîne bi brez Ocelan re asteng dike?. Em wekî hunermendên Kurd sistema AKP’ê kabûl nakin.“

AMED




Ji Demirtaş hewldana li dij tecrîtê


Hevserokê BDP’ê Selahattîn Demîrtaş bi bîr xist ku 49 roj in ku parêzerên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan nekarîne hevdîtin pêk bînin û got; “Min der barê mijarê de li ser telefonê bi Wezîrê Dadê Sadullah Ergin re hevdîtinek pêk anî, dibêje ‘ba pir xurt e’. Gelo ev çi baya 48 roj in ewqas xurt e û ranaweste. Serokwezîr dibêje ku ez ê hêzên deryayî bişînim Xezzeyê. Gelo çawa dibe ji ber rewşa hewayê nikare kosterek bişîne Îmraliyê?’’
Hevserokê BDP’ê Selahattîn Demirtaş diyar kir ku ew ê der barê vegera Meclîsê ya partiya xwe de, di civîna ku wê li Amedê li dar bixin de biryarê bidin. Li gor nûçeya rojnameya Cumhuriyetê, Demirtaş gotiye ku AKP li hemberî PKK’ê tecrîda li ser Ocalan weke şantaj bi kar tîne û wiha axivî; “Ji bo vegera Meclîsê û hemû planên me yên çalakiyan, em ê di roja çarşemê de li Amedê ligel partiya xwe û hevpşên Eniyê bicivin. Di civîna Desteya Navendî ya Rêveveriya partiya me de biryar hate dayîn ku em li pişt biryara xwe ya der barê çûna Meclîsê de bin. Me di civînê de gotûbêj kir ku ger em biçin Meclîsê wê pirsgirêkê werin çareserkirin an na. Ger em vebigerin Meclîsê, gelo wê hikûmet ji bo daxistina vê gengeşeiyê tiştek bike? Gelo ger em vegerin Meclîsê wê operasyonên bejahî bêne raswestandin? Em vana gotûbêj dikin. Lê em van pêngavan biavêjin jî, tu niyetên hikûmetê yên destjêberdana van operasyonan tune ye. Em vê yekê ji hilbijêrên xwe dipirsin.”

Demirtaş bi bîr xist ku 49 roj in ku parêzerên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan nekarîne hevdîtin pêk bînin û got; “Min der barê mijarê de li ser telefonê bi Wezîrê Dadê Sadullah Ergin re hevdîtinek pêk anî, dibêje ‘ba pir xurt e’. Gelo ev çi baya 49 roj in ewqas xurt e û ranaweste. Serokwezîr dibêje ku ez ê hêzên deryayî bişînim Xezzeyê. Gelo çawa dibe ji ber rewşa hewayê nikare kosterek bişîne Îmraliyê? Hikûemet tecrîda li ser Ocalan li hemberî PKK’ê weke gef û şantaj bi kar tîne. Yanî dibêje ‘Tu çalakî li dar bixî, ez jî nahêlin hevdîtin pêk were’. Em weke BDP û KCD plan dikin ku çalakiyek bi navê “Meşa Mezin a Gemlikê” li dar bixin.”

ENQERE




'Tecrîd dê êşan mezintir bike'

Parêzerên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan 49 rojin bi hinceta "Koster xerabe ye", "muxalefeta hewayê heye" û "destûra fermî ya cejnê ye" rastî astengiyên cur be cur tên. Herî dawî parêzeran di 27'ê tîrmehê de bi muwekîlê xwe Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re hevdîtin pêk anîn û pişt re li gel ku 12 caran serî li rayedaran dan jî tu encam bi dest nexistin. Ocalan herî dawî di hevdîtina xwe de xwestibû ku ji bo karibe beşdarî pêvajoyê bibe şert û mercên wî yên azadî, tenduristî û ewlehiyê bên başkirin. Ji ber ku hevdîtina Ocalan a bi parêzeran re tê astengkirin her ku diçe bertek jî zêde dibin. Nivîskar Murat Çelikkan, Akademîsyen Ozgur Sevgî Goral û mexdûrê darbeya 12'ê Îlonê Îhsan Elîaçik bertek nîşanî astengiyan dan.

'Dê tundî zêde bibe'

Akademîsyen Ozgur Sevgî Goral, bertek nîşanî astengiya li pêş hevdîtina parêzeran a bi Ocalan re da û wiha got: "Armanca vê yekê dixwazin PKK di vê pêvajoya muzakereyan de lawaz bibe û li ser maseyê rûnê. Ocalan hem li ser gelê Kurd û hem jî li ser gelê tirk aktorekî girîng e. Ger ku tecrîd giran bibe dê tundî jî zêde bibe. Daxuyaniyên Ocalan ji bo guhertin û veguhertinê gelek girîng in. Mirov nikare wateyê bide astengiyên li pêş Ocalan. Armanca AKP'ê pirsgirêka Kurd bixetimîne. AKP dixwaze PKK'ê perçe bike û pirsgirêka Kurd li gorî xwe çareser bike. Ger ku tecrîda li ser Ocalan bidome dê tundî zêde bibe û li Tirkiyeyê êdî kes nikare pêşiya tundiyê bigire. "

Pêşniyara Hacerul Eswer
Nivîskar û mexdûrê darbeya 12'ê Îlonê Îhsan Elîaçık, jî fikarên xwe yên ji ber astengiya li pêş hevdîtina bi Ocalan re û operasyonên leşkerî anî ziman û wiha got: "Hikûmeta AKP'ê li aliyekî çiyê bombebaran dike. Li aliyê din dixwaze PKK'ê tasfiye bike û li ailyê din jî dixwaze Kurdan perçe bike û bêhêz bihêle.
Niha jî destûr nade ku parêzer biçin bi Ocalan re hevdîtin pêk bîne û dixwaze bi vî rengî pirsgirêkê çareser bike. Li Kâbeyê li ser kevirê Hacerul Esved niqaş derketibûn. Ji ber vê yekê welatiyên Kâbeyê ketin nava hev. Yên Kâbeyê sond xwarin û xwestin bi xwînê çareser bikin. Lê li ser vê yekê yên Mekkeyê setin navberê û pirsgirêk çareser kirin. Ev pirsirêk jî li gel Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi tevlêbûne hemû kesan dê çareser bibe. Divê her kes pirsgirêkê wekî pirsgirêka xwe ya esasî bibîne. "
Nivîskar Murat Çelîkkan jî anî ziman ku tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan nayê qebûlkirin û wiha got: "Ocalan rastî pêkanîn û tecrida ku li tu deverê cîhanê nayê dîtin tê. Gelê Kurd hem wekî nasname û hem jî wekî ewlehiya xwe pirsgirêkê dibînie. Ev decrîd ji bo Tirkiyeyê gelek talûke ye dê alozî û êşê zêdetir bike."


 DÎHA/STENBOL