
Li dijî tecrîda şidandî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, ku zêdetirî salekê ye didome nerazîbûn zêde dibin. Welatî di çareseriya pirsgirêka Kurd de tenê Ocalan weke muxateb dibînin û dixwazin tecrîd were bidawîkirin û muzakereyên bi Ocalan re ji nû ve destpê bikin. Welatiyê bi navê Ata Akturk wiha bang li Serokwezîrê Tirk Recep Tayyîp Erdogan û Serokkomar Abdullah Gul kir: "Her tişt di destên we de ye, bila tecrîda li ser Rêbertiyê were rakirin. Bi tecrîdê aştî nayê. Kurd tecrîdê qebûl nakin. Misilman ne Misilman, çiqas mirov hebin daxwaza aştiyê dikin. Bila aştî û biratî were Tirkiyê, di navbera gelan de pevçûn çênebin". Akturk diyar dike, ku di dîrokên cûda de di navbera gelan de pevçûn çêbûne û wiha pê de çû: "Şerên yekemîn û duyemîn ên cîhanê çêbûn. Bila şerê sêyemîn dernekeve. Îro ti mafî nadin Kurdan, Kurd îro girtî ne. Di dadgehan de dixwazin bi zimanê xwe biaxivin, lê nikarin. Û ji ber vê yekê dema wan a girtinê dirêj dibe. Ti dîn vê yekê qebûl nake". Akturk di çareseriya pirsgirêka Kurd de balê dikşîne ser girîngiya Ocalan û vê nirxandinê dike: "Brêz Abdullah Ocaln di çareseriya pirsgirêka Kurd de kesê yekemîn e. Bila bi Brêz Abdullah Ocalan re rûnin û aştî were vî welatî. Naxwe bi rengekî din aştî nayê. Heta tecrîda li ser Brêz Ocalan dewam bike wê ev şer hê jî bidome".
'Rêberê me jî heye'
Welatiya bi navê Îpek Çakan jî destnîşan dike, ku 40 milyon kesî Ocalan weke rêberê xwe qebûl kiriye û ne mumkûne, ku jiyaneke bê Ocalan qebûl bikin. Çakan dewam dike: "Pêşî ez ji Rêber Apo re silavê xwe dişînim. Hebûn an jî tinebûna me Rêbertiya me ye. Heta Rêberê me nebe, jiyana me wê tarî be. Vê tecrîda giran li ser Rêberê me pêk tînin û em vê tecrîdê qebûl nakin. Em vê tecrîdê protesto dikin. Heta Rêberê me azad nebe, ti Kurd nikare azad bibe. Em Rêberê xwe dixwazin. Li cîhanê bê çawa rêberên mirovan hene, Rêberê me jî heye. Em ji bilî Rêbertiya xwe tiştekî din naxwazin. Heta dilopek xwîna me hebe emê li pey Rêberê xwe bin.
'Dayik û ciwan dakevin kolanan'
Welatiya bi navê Nurşen Ozkurt jî tecrîda li ser Ocalan şermezar kir û wiha axivî: "Ez tecrîda li ser Rêbertiya me pêk tê şermezar dikim.. Ev 375 roj in, ku parêzerên xwe nedîtî ye. Em xembar in. Û ji ber ku em der barê Rêbertiya xwe de ne xwedî agahî ne meraq dikin. Bila tavilê Rêbertiya me azad bibe. Heta dilopek xwîna me heye emê bi Rêberê xwe re bin". Ozkurt destnîşan kir, ji bo ku tecrîd were şikadin, divê gel dakeve kolanan û bi dengekî bilin biqîre û ev bang kir: "Divê em hemû dayîk û ciwan dakevin kolanan û dengê xwe bilind bikin. Em tecrîda li ser Rêbertiya xwe bişkînin".
DÎHA/STENBOL
Li Edeneyê çalakî!
Li Edeneyê ji bo şermezarkirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û kuştina Mazlûm Akayê 11 salî li navçeyên Seyhan û Yuregîrê hate şermezarkirin. Komek ciwan li ser Kolana Guney Kuşagi ya Taxa Hurriyeta girêdayê navçeya Seyhanê hatin cem hev û çalakî li dar xistin. Komê kolanê ji trafîkê re girtin û dirûşm berz kirin. Di heman demê de li ser Kolana Çûkûrovayê ya Taxa Anadolûya navçeya Yuregîrê jî komek ciwan li hev civiyan û bi heman armancê çalakî li dar xistin. Polîsan li her du cihan jî bi ava şid û bombeyên gazê mudaxaleyî ciwanan kir. Li ser mudaxaleyî ciwanan bi kevir, molotofkokteyl û fîşekên hewayî xwe parastin û bersiv dan mudaxaleyê. Pêvçûn heta derengiya şevê dom kir. Di encamê de yek jê zarok 2 kes hate binçavkirin.
EDENE