Serokê Komeleya Oldarên Êlihê (BADER) Îzzettîn Ege, bi tundî bertek nîşanî daxuyaniyên Fethullah Gulen ên têkildarî Kurdan de dan, da. Ege, anî ziman ku kesên behsa kuştina Kurdan dikin û pişt re jî ji bo zarokên Kurdan birêxistin bikin malên cematê vedikin durû ne. Ege, anî ziman ku ev kesana bi rojê di destê wan de tisbî heye û duayan dikin û bi şevê jî bi çekan mirovan dikujin û rondikên zuha dibarînin.
Serokê Komeleya Oldarên Êlihê (BADER) Îzzettîn Ege, anî ziman ku li aliyekî fermana kuştina Kurdan dide li aliyê din li taxan bi malên ceamatê zarokên Kurdan bi rêxstinî dikin û ev yek riyakarî û durûtî ye. 

‘Fetullah Gulen tenê xwe dide jiyîn’

Ege, da zanîn ku tu eleqeya Fetulllah Gulen bi mislimantiyê tune ye û wiha got: „Ew tenê xwe didin jiyîn. Armanca wan zilm e. H.z Muhammed deriyê xwe li hemû kesî vekiribû. Lê îro der ji Kurdan re tê girtin. Xwedê dibêje ‘Ez li cem mazluman im li cem kesên zilmkar nîn im’“ Ege, da zanîn ku Gulen di ekranên televîzyonê de digirî û bi vê yekê gel bi olê dixapîn e û wiha axivî: „Êdî bila dest rondikên derew berde, kesên mirovan qetil dikin nagirîn. Sibê tizbiyan didin destê xwe şevê çekan didin destê xwe û mirovan qetil dikin. Êdî hûn nikarin Kurdan bi xapînin. Em wekî oldarên Êlihê destûrê nadin ku gelê me bê xapandin.“ Ege, destnîşan kir ku bêtehemûliyê nîşanî zimanê xwedê dan jî didin û wiha pê de çû: „Kesên li hemberî ziman û nasnameyê bêtehemûl bin nabin misliman.“
Ege, da zanîn ku rojên borî rayedarên malên cematê bi şekir û pere xwestin zarokan bi xepînin û bi rêxistin bikin. Ege, anî ziman ku ev hewildana rêxistinê ya cematê di çapemeniyê de cih girt û wiha bertek nîşan dan: „Zanîn êdî nikarin Kurdan bixapînin niha dest diavêjin zarokên Kurdan.“ Ege, herî dawî bang li gelê Êlihê kir ku neyên lîstîkên AKP’ê û Gulen.

GULSEN ASLAN
 - DÎHA/ÊLIH