Dayika Endamê HPG’ê Osman Guneş (Çekdar) yê ku li navçeya Hezoya Êlihê di 3 sibatê di operasyona noqtê de hate îdiakirin ku hatiye înfazkirin Nazîmê Guneş, serpêhatiyên xwe yên bi kurê xwe re got. Guneş anî ziman ku lawê we jerê digot ‘Em biçin çiye em ê ji vê zilmê xilas bibin. Çiya cihê xilasiya meye riya xilas bûna meye’ û wiha got: “Dê Erdogan bedela vê zilmê li me dike rojekê bide.”
Dayika Endamê HPG’ê Osman Guneş (Çekdar) yê ku li çiyayê navçeya Hezoya Êlihê di 3 sibatê de 5 hevalê xwe re hate îdiakirin ku bi operasyona tîmên taybet, cerdevan û polîsan hatin înfazkirin, Nazîme Guneş, bang li hikûmeta AKP’ê ya ku di pirsgirêka Kurd de li şûna rêbazên demokratîk di operasyonên leşkerî û siyasî de israr dike kir û wiha axivî: “Dê Erdogan bedela vê zilma li me dike rojekê bide. Dê rojekê hestirên çavên dayikan bisekine. Her tişt dê xweş bibe. Me gelek bedel dan lê dê rojekê aştî bê.”

‘Dayê em biçin çiyê'

Guneş, da zanîn ku 7 zarokên we henê Osman jî sala 1984’an li Êlihê hatiye dinê û sala 2007’an de bi hinceta tevli meşekê bûye hatiye girtin salek li Girtîgeha Tîpa M a Êlihê maye, piştî ji girtîgehê derketiye piştî 4 mehan tevli PKK’ê bûye. Guneş, diyar kir ku taybetmendiya lawê wê ya herî dihat dîtin li dijî bûyeran dilsojî bû û wiha axivî: “Sazekî wî hebû. Her tim lê dixist. Dema li ber televîzyonê nûçeyên gerîla şehîd ketinê guhdar dikir her tim digiriya û saz lê dixist.” Dayika Guneş, destnîşan kir ku bîrhatinek wê bi lawê wê re heye ew tu car jibîr nake û wiha got: “Em rojek bi hevre rûniştibûn. Ji min re got ‘Dayê tu zanî, em biçin çiyê em ê ji vê zilmê xilas bibin. Çiya cihê xilasiya meye riya xilas bûna meye.’

‘Erdogan dê berdela vê zilmê bide'

Guneşa dema behsa lawê xwe dike çavên we têjî dibe, wiha berdewam kir: “Ji min re got ‘dayê ezê bibim qehraman’ min jî jê re got ‘tu me berdî biçî’ ji min re got ‘yê çibibê ma ew ên diçin dayik û bavê wan tuneye. Ez jî ne Kurdim ma, tu dibejî neçe. Xwe ne qeherîne ezê bibim qehreman. Qet negirî’ Guneş, bilêvkir ku lawê wê bi hişmendiya têkoşîna gelê Kurd tev digeriya û di encama têkoşîna gelê Kurd ya bi rûmet de jiyana xwe dest da û wiha berdewam kir: “Bila Kurdistan sax be, bila gerîla saxbe, bila Ocalan saxbe, em bi têkoşîna wan li ser piyane.” Guneş, hezkirina lawê xwe yê xwezayê û çiya jî wiha got: “Pisîkek wî hebû her tim li ser milê wî bû. Ez bi wîre aciz dibûm. Min digot dê te nexweş bike. Rojekê xwişka wî jê re got ‘Pisîka te bimirê tê çibike?’ Wî jî ji xwişka xwe re got ‘Tu çawa vê dibeje?’ piştre çend roj berê kuçîkê leşkeran pisîka wî xenikand. Dema Osman ev sehkir giriya. Piştre pisîka xwe definkir. Ji sewalan pir hez dikir. Me ew dişand dibistanê ew beriya biçe dibistanê diçû nav kuçîk kewan. Dema me jê re digot tu çima neçûyî dibistanê digot ez hez dibistanê nakin ezê çima biçim? Heta êvarî li çiyan dileyîst. Hez çiye dikir.”
Guneş, diyar kir ku ew bi lawê xwe serbilinde têkoşîna lawê wê têkoşîna gelekî ye û hêviyên xwe yên ji bo aştiyê anîn ziman. Xwişka Osman Sebîha Guneş jî, diyar kir ku ewê her tim birayê xwe yê rûkenok bibîr bîne û wiha got: “Em serbilindin. Çiqas şihadet hebin hemû rûmeta me ne. Em ji bo hemû şihadetan serbilindin. Bijî Serok Apo”

DÎHA/ÊLIH