1'emîn rûnişitina doza 23 kesên jê 16 kes girtî yê di nav de Rojnameger Tayîp Temel, Şaredara Dêrîkê Çaglar Demîrel, Alîkarê Hevserokên Giştî yê BDP'ê yê berê Erkan Pîşkîn û rêveberên BDP'ê jî hene yên di 4-7'ê cotmehê de di çarçoveya lêpirsîna ji aliyê Serdozgerê Komarê yê bi Rayeya Taybet ê Amedê ve di operasyona bi navê "KCK'ê" de hatin girtin ji ber hejmara bersûcan zêde bû li şûna 7'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê li salona 6'emîn dadgehê hate dîtin. Di runiştinê de Cîgirê Hevserokê Giştî yê BDP'ê Erkan Pîşkîn, bi Tirkî axivî û xwest bi Kurdî parastinê bike. Di daxwaza parastina Kurdî de alozî derket û Serokê Heyeta Dadgehê got "Daxwaza parastina Kurdî jî sûc e." Pişt re doz taloqî 30'ê nisanê kir.
Li derdora avahiya Edliyeyê tedbîrên gelek mezin hatin girtin. Dozgerê Komarê yê bi Rayeya Taybet ê Amedê Levent Kaya îdîa kir ku "Doza bingehîn a KCK/TM'ê" pêk hatin û ji îfadeyên şahidên nepen, gundariya telefon û derdorê û agahiyên ji bilgîsayaran û msn/e-postayan hatin bidest xistin pêk tê." Dozger Rojnameger Temel bi sûcdariyên "Rêxistin rêveberi", "Endamê rêxistinê ye", "Propagandeya rêxistinê kir" û "Li dijî Zagona Meş, Civîn û Çalakiyan a hejmara 2911'an muxalefet kir" sucdar kir. Dozger, wiha îdîa kir: "Li peymana KCK'ê, di Navenda Qada Birdoziyê ya madeya 14'an a fikraya yekemîn a benda (a) ya Komîteya Ronahiya Zanistê û benda (c) a Komîteya Çapemeniyê de cih digire û xebatên çapemeniyê dimeşîn e"
Dema heyeta dadgehê nav xwendin, girtiyan bi Kurdî bersîv da. Heyetê di girtekan de got "Ji bilî Tirkî bi zinanekî din berîv hate dayîn" û derbasî girtekan kir. Di runiştinê de Cîgirê Hevserokê Giştî yê BDP'ê Erkan Pîşkîn, bi Tirkî axivî û xwest bi Kurdî parastinê bike. Pîşkîn, anî ziman ku hemû kesên li ser navê gelê Kurd siyasetê dike tên girtin û wiha got: Daxwazên hemû siyasetmedarên ku hatine girtin ziman û çanda wan e. Ev daxwazên bingehîn û rewa ne. Lê hikûmeta AKP'ê bi girtin û binçavkirinê bersîvê dide van daxwazên me. Hemû binçavkirin, girtin û ceza siyasî ne û li dijî hiqûqê ne. Ji ber vê yekê em dixwazin bi Kurdî parastinê bikin. Ji ber ku em li zimanê xwe yê zikmakî xwedî derdikevin em tên darizandin. Em têkoşîna zimanê zikmakî û çanda xwe didin."
Piştî ku girtiyên ji doza "KCK'ê" tên darizandin xwestin Kurdî parastinê bikin qirîz derket. Serokê Heyetê Necatî Turkmen, anî ziman ku Çîmen Işık di telefonê de xwestiye her kes bi Kurdî israr bikin û ev yek sûc e. Turkmen, piştî navberê disa dozger mafê axaftinê girt û xwest girtî dîsa girtî bên darizandin. Dozger xwest der barê bersûcên ku teblîgat hatiye şanrin re jî biryara girtinê bê dayîn.

Daxwaza heyetê bifikar e
Parêzer Meral Daniş Beştaş pişt re parastina siyasetmedakar kir u anî ziman ku daxwaza serokê heyeta dadgehê nayê qebûlkirin. Beştaş wiha got: "Ev doza KCK'ê bûye doza BDP'ê. Henû bersûcên ku niha li vir in peşvirdarên BDP'ê ne. Hemû operasyon bi zanebûn û plan pêk tên. Her ku Serokwezîr fermanê dide li ser navê KCK'ê operasyon pêk tên.  Divê hemû siyasetmedar serbest bên bedan.
Heyeta dadgehê jî biryara berdewama girtina siyasetmedaran da. Disa xwest di navbera rûniştinan de şahidên nepen "X, Mercek, Oyunbozan, Yolun sonu, Anne ben geldim, Gun Işigi û , Papatya" bên guhdarkirin. Heyetê xwest di rûniştina pêş de jî Recep Sade, Besime Mordeniz, Ferhat Ruhiye û  Zeliha Sayar bi zorê bînin rûniştinê. Heyete rûniştin taloqî 30'ê Nisanê kir.

 DÎHA/AMED