Tê payin di 2, 3 û 4’ê adarê Konferansa Zimanê Kurdî li Amedê li dar bikeve û pispor û zanayên zimanê Kurdî ji her çar parçeyên Kurdistanê beşdar bibin.
Sefer têkildarî xabatên dimeşîne wiha got: “Yek ji taybetmendiyên vê konferansê ku ew ê encamnameya xwe pêşkêşî Kongreya Neteweyî ya Kurd bike ku biryar e di demeke dahatî ji 2012’an bisaz e, ango ew ê encamnameyê pêşkêşî siyasetmedarên Kurd bike daku ji rewş û bara zimanê Kurdî agahdar bin û ji bo polîtîkaya zimanê Kurdî bê destnîşankirin.”
Sefer li dor naverok û babetên konferansê diyar kir ku konferans li ser 3 hîman tê belav kirin ku di her rojekê de tewerek dê bê behskirin ew jî ev in; siyaseta ziman û rêkxistina TZP Kurdistan, alfabe û şêwezarên Kurdî û pergala perwerdehiyê,  sazî û akademiyên zimanî. Serokê Komeleya Nivîskarên Kurd li Amedê wiha got:“Konferans ji aliyê saziyên Amedê yên peywendîdar bi zimanê Kurdî ve tê orgenîzekirin di nav wan de; Tevgera Ziman û Perwerdehiya Kurdî (TZP-Kurdî), Komeleya Lêkolîn û Pêşvexistina Zimanê Kurdî Kurdî-Der, Enstîtuya Kurdî ya Amedê û Komeleya Nivîskarên Kurd li Amedê.” Sefer diyar kir ku ew hewl didin ev konferans berfireh be û hemû pispor û zanayên Kurdî ji her çar parçeyên Kurdistanê li xwe bigire û got ew çûne bajarê Silêmaniyê û niha jî li Hewlêr in û piştre berê xwe didin Duhokê.

HEWLÊR