
Di civîna pêr li Mesîfa Hewlêrê bi serokêşiya Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî pêk hat de endamên polîtburoyên PDK û YNK’ê beşdar bûn. Di civînê de dosta Kurdan Danielle Mîtterand hate bîranîn. Her wiha, encamên serdan Barzanî ya li welatên Ewrûpa û Kongreya Netewî ya Kurdan hate gotibûjkirin.
Hate ragihandin ku encamên serdanên Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ya li welatên Ewrûpayê hate gotûbêjkirin. Piştî bûyerên li Sûriye û peywendiyan van bûyeran ligel Kurdan, êrişên hewayî yên artêşa Tirk ên li ser Başûrê Kurdistanê hatin gotûbêjkirin.
Di civîna ku pêşketinên li herêmê hatin nirxandin de, peyama “divê vîneke yekdest a Kurdan li hemberî van pêşketinan hebe” hate dayîn û hate diyarkirin ku ji bo Konferansa Neteweyî ya Kurdan rewş guncaw e. Her wiha hate diyarkirin ku rewşa siyasî ya niha ferz dike ku gel û dewletên cîran ji nêrîna Kurdan a giştî haydar bin.
Hêjayê gotinê ye ku demek dirêj e ku lidarxistina Konferansa Neteweyî ya Kurdan di rojeva hemû aliyên Kurdan de ye. Beriya niha biryar hatibû dayîn ku kongre di meha cotmehê de bê lidarxistin, lê bi hinceta “rewş ne guncaw e” ji aliyê Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ve hate taloqkirin.
Herî dawî rayedarên BDP û KCD’ê li Stenbolê bi Barzanî re hevdîtin pêk anîbûn. Her wiha, di 9’ê mijdarê de şanda KCD-BDP’ê ya ji hevserokên KCD’ê Aysel Tûglûk û Ahmet Turk, hevserokên BDP’ê Gultan Kişanak û Selahattîn Demîrtaş pêk dihat, di 9’ê mijdarê de hatin serdana Herêma Kurdistanê û bi Serokkomarê Iraqê û Sekreterê Giştî yê YNK’ê re hevdîtin pêk anîbûn. Di van hevdîtinan de, ji aliyê hemû aliyan ve peyama “divê teqez kongreya netewî ya Kurdan di demeke zû de pêk bê” hatibû dayîn.
ANF/HEWLÊR