Girîngiya devok û zarava
Lekolînerê Kurdî Baban Seqizî jî diyar kir ku bi peşniyarên Kongreya Netevaya Kurd de konferansek li ser zimanê Kurdî tê li darxistin û wiha axivî: “Ev niqaşên ku livir ten peşxistin gelek erênî ne. Lazime berhemên Kurdan latînî jî bên çapkirin. Ji bo peşxistina ziman her dezgahên Kurdan lazime bi berpirsayrî tevbigerin. Ji bo yekbûna ziman lazime Kurdî, li Başûrê Kurdistanê bi alfabêyên latinî jî perwerdehî bê dayîn. Başûr, Bakur, Rojhilat û Rojava lazime alfabeyek hevbeş bikar bê.” Dr. Ebdulwahab Xalit jî anî ziman ku cara yekem e konferansêk wiha berfireh tê lidarxistin. Xalit ji bo standartkirina zimanê Kurdî jî wiha got, “Dibe ku em zimanek û dewletek yekgirtî destnexin. Lê lazime em di milê rewşenbirî de yekgirtî bin. Em hevdû fem bikin, nivisa hevidû bixwînin. Ev ye bibe vesîle ku Kurd bibin netewek mezin û hevgirtî”
Serokê Lijneya Zaningeha Germiyanê Dr. Umîd Barzan, konferansa zimanê Kurdî erenî nirxand û ev tişt gotin: “Ev proje hem ji bo peşketina Kurdan hem jî yekgirtina wan pir giringe. Ji bo nezîkirina zaravayên Kurdî karek baş e. Em çiqas ziman, zarava û devokên Kurdan nezî hev bikin ewqas dê peşbikevin.” Barzan, da zanîn ku tu netev bê ziman hebûna xwe nikarin bidomînin û wiha pêde çû: “Lazime em jî zimanên xwe peş bixin û berhemên nivîskî derxin holê. Pirtûk û ansîklopediya Kurdî çap bikin. Bernamêya xwe ya perwerdehî derxin û bi zimanên xwe her çar parçayên Kurdistan peş bixin” Dr. Leyla Celîl ji da zanîn ku konferans pengavek başe û ji bo peşketina Kurdan girîng e.
Şêwirmendê Wezareta Rewşênbirî Lawan Nevzat Abdûlaziz jî ser kar û barên konferansê gitinê xwe wiha anî ziman: “Konferans bi tevlebûna gelek delegeyên xwe ya her çar parçêyên Kurdistan û yen diyasporayê didomin. Di konferans û panelan de biryarêk tund ya standartkirina zimanê Kurdî derneket holê. Xwe armanca me jî encamêk wisa nebû. Gelek pisporên ziman, zanyarên zanistî yen zaningeha Kurdistan jî li vir amadê nê. Ji bo peşxistina zimanê Kurdî kardikin.
'Divê em fêm bikin'
Rojnamewan Lerzan Jandil, nerînê xwe yê di derbarê konferansê de wiha vegotin: “Ez hevî dikim ku ev konferans bibe vesîleya nezîkbûna Kurdan. Du rojan de gelek encamên baş derketin holê. Dibe ku gelek devok hevdû fem nekin lê ev konferans ji bo femkirina devokan an jî zaravayan formulek baş derxist holê” Jandil, ser polîtikayên asîmîlasyonê ku li ser Kurdan hate meşandin jî axifî û wiha pede çû, “Ez hertim dibejîm. Ez çiqas Kurd bim ewqas jî tirkim. Kurden başûr çiqas Kurd bin ewqas jî erebin. Yen îran çiqas Kurd bin ewqas jî farsin. Pişaftinên ku bi sedan yan jî hezaran sal ser Kurdan hatin meşandin encamek wisa derxist holê. Ji bo ku ev bandora pişaftinê ji holê rabe lazime Kurd jî hevdû fem bikin zimanek neteweyî ji xwere ava bikin”.
Li Hewlêrê bi tevlibûna Kurdên herçar parçeyan ‘Konferansa Zanistî ya Zimanê Kurdî’ hate lidarxistin. Prof. Dr. Abdullah Husên panela bi navê ‘Em bi kîjan Elfebeyê binvîsîn" pêşkeş kir. Husên daxwaz kir ku di nivîsa Kurdî de ev (i) bê rakirin. Lê nêrînê wî ji aliyê zimanzanên li salonê ve rastî nerazîbûnan hat. Zimanzanan diyar kirin dema ku (i) bê rakirin dê krîzeke mezin derkeve holê.
Li bajarê Hewlêrê ya Herêma Federal a Kurdistanê bi tevlibûna Kurdên herçar parçeyan, ‘Konferansa Zanistî ya Zimanê Kurdî’ hate lidarxistin. Di konferansê de Parlamentera BDP’ê ya Qersê Mulkiye Bîrtane jî di nav de, gelek zimanzan, nivîskar û rewşenbirên ku ji Tirkiye, Îran, Îraq û Suriyeyê hatin amade bûn. Konferans li Salona Şanoya Pertûkxaneya Giştî ya Zeyîtûne ya bajêrê Hewlêrê didome. Di dûyemîn roja konfiransê de yekîtiya ziman hat nîqaşkirin.
Bi kîjan alfabeyê?
Di panêla 3’yemîn de Prof. Dr. Abdullah Husên panelê bi navê ‘Em bi kîjan Elfebeyê binvîsîn’ pêşkeş kir. Di semînarê ku ji aliyê Husên de hat pêşkeşkirin de Husên elfebeyên Aramî (Soranî) û Latînî raxist ber çavan. Husên herî zêde di axavtinên xwe de liser tîpa ‘i’sekinî û xwest ku di nivîsandina Kurdî de tîpa ‘i’bê rakirin. Lê nêrînê wî ji aliyê kesên zimanzan yên li salonê ve nehat qebûlkirin. Ji bo vê yekê jî belgeyên zanistî dan nîşan dan. Zimanzanan diyar kirin dema ku ‘i’bê rakirin dê rê li ber krîzeke mezin bê vekirin û ziman dê xira bibe.
Her wiha Prof. Dr. Hogir Mehmud Ferec jî panela bi navê ‘Çerdeyek ji deng û morfîm û peyîva cudasazî di nava kurmanciya jêrîn û navîn de’ pêşkeş kir. Ferec gelek mînakên wekî ‘saver, sawer, sawar’ nîşan da û got ku divê her kes fêm bike ku wetaya wan çi ye û çawa tê bikaranîn. Ferec wiha berdewam kir: “Di nava wan peyîvên em bikartînin hin ji wan orjînala xwe Kurdî ye, yên din jî ne Kurdî ne. Di salên 1970’an de îstixbarata Îranê (Sawak) gelek belgeyên girêdayî zimanê Kurdî li Başûr kom kiriye biriye Îranê û li wir şewitandiye. Her wiha Mela Mehemudê Bayezîdî piştî Melayê Cizîrî pirtûkek der barê dîroka Kurdî de bi 3 beşand nivîsandiye lê hê jî tu kes nizane çi bi serê wan hersê pirtûkên destnivîs hatiye. Ev belge ji bo me pir girîng e, ez di wê baweriyê de me Îran û dijberên Kurdan ev belgeyên me biribin.”
DÎHA/HEWLÊR