
Parlamentera Partiya Demokratên Sosyal a Almanyayê (SPD) Kirsten Luhmann diyar kir ku astengkirina hevdîtinên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan a bi parêzeran re xizmeta tu armancan nake û divê dewlet li gorî qanûnan tevbigere û diyalog jî bidomin.
Parlamentera SPD’ê Kirsten Luhmann diyar kir astengkirina hevdîtinên Rêberê PKK’ê xizmeta tiştekî nake û divê dewlet li gorî qanûnan tevbigere, pêşiya hevdîtinan û diyalogê vebike. Luhmann destnîşan kir ku Kurdên ku li Tirkiyeyê siyasê dimeşîin her tim di bin zilm û zorê de ne û li gel vê yekê jî ew bi hezkirina mezin meşandina Kurdan a têkoşînê dişopîne. Luhmann da zanîn ku ew nirxeke mezin dide Kurdan û wiha axivî: „Li gel ku dizanin dê bên girtin jî dev ji têkoşîna xwe bernadin. Ji bo jiyana di nava aştiyê de her tim tînin ziman. Ez vê yekê pir pîroz dibînim. Min ev yek dît û ji bo ku ev pirsgirêk bê çareserkirin ez ê çi ji destên min tê bikim.“
‘Min têkoşîna Kurdan nas kir’
Luhmann got ku ew di 2010’an de di Newrozê de hatiye herême û bi baldarî jiyana wan kesan şopandiyê û dîtiye ku ew ji bo çi têdikoşin û ji bo çi bextewar in. Luhmann diyar kir ku gelê Kurd ne tenê ji bo xwe ji bo gelên din jî têdikoşin.
Luhmann bilêv kir ku dema ku hatiye herêmê hem gelê Kurd naskiriye û em jî BDP nas kiriye û wiha berdewam kir: „Min nedizanî BDP partiyeke evqas pêşketî ye. Lê dema ku min ew nas kir û xebatên wan dît min baş fêm kir. BDP tenê ne ji bo Kurdan ji bo gelên din jî têdikoşe. Bi gelên din re têkoşîna demokrasiyê didin û ji bo jiyaneke hevpar a demokratîk têdikoşin.“ Luhmann bal kişand li ser sîstema hevserokatiyê jî û wiha axivî. „Vê sîstemê li her derê ava dikin. Li navçeya, bajaran heta li rêxistinên li gundan jî vê sîstemê ava dikin. Ji bo rewşa jinan sîstema hevserokatiyê pir girîng e. Ev jî nîşa guhertînê ye. Ji ber ku Tirkiye vê yekê nabîne ez pir xemgîn im.“
‘Hiqûq tê binpêkirin’
Luhman anî ziman ku li Tirkiyeyê hiqûq nayê bikaranîn û tu wateyê nade astengkirina parastinê bi zimanê dayikê ya siyasetmedarên Kurd ên ku girti ne. Luhmann da zanîn ku li gel ku li welatên wan zimanê fermî amlanî ye jî herkes dikare bi zimanê xwe, xwe îfade bikin. Luhmann bal kişand li ser rewşa parlamenterên ku di hilbijartinan de bi dengeke bilind hatin hilbijartin lê li gel vê yekê jî nayên berdan û destnîşan kir ku ev biryareke nehiqûqî ye û li hemberî neçûna wan a li parlamentoyê jî divê rêz bê nîşandan.
Luhmann diyar kir ku heke BDP der barê têkoşîna xwe de her tim agahdariyê bike dê baştir mijarê fêm bikin û xwest bi parlamenterên BDP’ê re her tim di nava têkîliyan de bin.
ABDURRAHMAN GOK - DÎHA-HANNOVER