Fîsk, anî ziman ku ger ku Kurd nebin yek û tifaqa xwe ava nikin gumana ku di Rojhilata Navîn û nava welatên cîhanê de disa rastî îxanetê bên heye. Fisk, bi lêv kir ku ger Kurdên Îran, Iraq, Sûriyeyê û Tirkiyeyê dixwazin di cîhanê de bibin yek dest û deng, dive yekitiya xwe ya neteweyî ava bikin û li dijî cîhanê hêza xwe bidin xuyakirin. Fîsk, anî ziman ku serhildan û raperîna welatên ereb yên bi salan in di bin rejîma dîktatoriyê de dijîn, bi çalakiya xwendekarekî zanîngehê yê betal a şewatê, dest pê kir. Fîsk, anî ziman ku piştî li Tunusê serhildana gel dest pê kir, li Misir Sûriye, Lubnan û welatên din jî serhildanan dest pê kir û hêj didomin. Fîsk, rewşa gelê Kurd a li Rojhilata Navîn jî ji ajansa me DÎHA’yê re vegot. Robert Fisk, destnîşan kir ku divê gelê Kurd ên Sûriyeyê, Iraq, Îran û Tirkiyeyê yekitiya xwe ava bikin û peyamek xurt bidin welatên cîhanê.
Fîsk got: “Kurdistan piştî şerê cîhanê di nava welatên Sûriye, Iraq, Îran û Tirkiyeyê de hate parçekirin. Gelê Kurd di dîrokê de her tim rastî trajediyan hatiye. Her tim li ser axa wan û serê wan şerê serdestiyê hatiye meşandin.
Pêkanîna li ser erdnîgariya gelê Kurd pêk tê ‘trajedî’ ye. Gelê Kurd di nava 4 welatan de parçe kirin û li ser wan serdestî meşandin. Ji ber ve yekê divê Kurdên 4 parçeyên Kurdistanê yekitiya xwe ava bikin û dengê xwe li hemberî welatên cihanê bilind bikin. Divê peyamek xurt bidin welatên cîhanê. Amed û rastiyên din trajediya gelê Kurd e.”

‘Divê 4 parçe bibin yek’

Fîsk, bilêv kir ku êdî di vê pêvajoyê de bêtir pêdivîya gelê Kurd ji yekitiyê heye û ji bo dîsa nekevin nava xeterî û îxanetê divê yekitiya xwe xurt bikin û helwesta xwe bikin yek. Fisk, destnîşan kir ku gelê Kurd di vê serdemê de yekitiya xwe ava nikin û nebin yek fikar û tirsa ku dîsa li hemberî pêvajoyê têk biçin û di nava îxanetê de winda bibin heye û wiha got: “Ez ditirsim ku Kurdistan bi îxanetê dîsa têk biçe. Ji bo Kurd têk neçin û Kurdistan nekeve ber pêlên îxanetê divê Kurd li 4 welatan yekitiya xwe ava bikin. Divê xwe bi rêxistin bikin û helwesta xwe bikinyek.”

ÇAGDAŞ KAPLAN - DÎHA- STENBOL