Bi dûrûşmeya 'yekitiya Netewa Kurdan'  hewldanên bo yekitiya netewî her diçû xûrttir dibû. Ji bo yekitiya Kurdan kedkarên çapemeniya Kurd yen Herêma Federal a Kurdistanê û yen bakûrê Kurdistanê jî ketin nav hewldanan û 25’ê meha Mijdara 2011’an de li bajarê Dûhokê kombûn. Di nav de Endama Parlamentoya Herêma Federal a Kurdistanê fiîlan Abdulcebar, Nûnerê Wezareta Çandê la Duhokê Wesfî Hasan, Berdevkê Hikûmeta Herêma Federal a Kurdistanê Zîrek Kemal, Serokê Giştî yê Sendîkaya Rojnamegerên Kurdistanê Azad Mihemed Emîn, Nûnerê Yekîtiya Nivîskarên Kurdistanê yê Duhokê Adil Hasan, Serokê Rojnamegerên Başûrê Rojhilat Faruk Balikçi, Serokê Komeleya Nivîskarên Kurd ê Amedê fieyhmus Sefer, ji Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê Rûşen Ban û nûnerên çapemeniyê çar parçêya Kurdistanê beşdar bûn.
Kombûyîna ku 240 delege û mêvan beşdar bûn bi rêzgirtina ji bo şehîdên çapemeniyê dest pê kir. Dema rêzgirtinê sirûda "Ey Reqîb" hate xwendin. Kombûyîna Ragihandina Kurd  ên Bakûr û Başûr piştê se rojen niqaşên kur û panêlan bi aşkerekirina encamnamemyê bi dawî bû. Di biryar û pêşniyaran de hat xwestin ku konferanseke berfirehtir di demek nêzîk de bi awayekî xurt be lidarxistin. Di biryarên konferansê de hat xwestin ku di demek nêzîktir de konferansa ragihandiha ku hemû Kurdên cîhanê tevlêdibin bê lidarxistin. Dîsa biryar hat sitandin ku hemû çapemeniya Kurd bin sîwana konfederasyone kê kom bibin û bo wê jî hewldan be kirin. Di encamnamyê de bangavaziya ji bo lidarxistina îKonferansa Neteweyî ya Kurdistanî hate kirin. Girtin û binçavkirinên Kurdên Tirkiyeyê jî hate rexnekirin û hate xwestin ku bi lezgîn siyasetmedar û rojnameger berdin û pirsgirêka Kurd bi rêya diyalogê çareser bike. Hate xwestin ku pêşiya ragihandina azad bê vekirin, tûndî tijî ya beramberê endam ragihandinan be rawestandin û ewlêhiya ragihandinan be sazkirin. Hate xwestin ku ji bo azadiya girtiyen rojnamewan hewldan bên kirin û jibo yekîtiya ragihandina Kurd hevbêşkirina karên pratîki bê kirin. Hate xwestin ji bo yekîtiya ragihanina Kurdî pêş bikeve nûceyên bi tîmên latînî û erebî tên nivîsandin bên wergerkirin. Di encamnameyê li ser çanda Kurdî jî hate rawestandin û hate xwestin ku girîngiyê bidin çanda Kurdî.

'Çapemenî dibe bersiv'

Her wiha delegasyona kombûyîna ragihandinê pişt re li Herêma Federal a Kurdistan bi rayadarên herêmî û gelek deverên wek Xelepçê, kampên penabera ye herêm ziyaret kirin û danûstandin peşxistin. Piştê ku hemû beşdarwan çûn welatên xwe dewleta tirk jî heman demê dijî çapemeniya Kurd dest bi operasyonek berfireh kir. Di encamê wan operasyonan de nezî 60’ê zedetir rojnamewanen Kurd xist zindana. Hejmarê rojnamewnen kurt ku ketin zindana ji 100îî derbastir kir. Heman demê de jî dagirkerên navnetewî jî ketin nav hewldanan û bi dewleta tirk re hewkariyek kirin û televîzyona Kurdan ROJ TV bi avayêke beqanûnî weşana wê qût kirin. Aliyek din jî di encama hewldanên yekitiya ragihandina Kurd li her çar parçêya Kurdistanê xwedî derketinek xûrt derket hole. Di serî de rexistinên demokratîk û aştiyanê ye Tirkiye ye, her wiha yen welaten din û ye Herêma Federal a Kurdistanê jî bo çapemeniyê azad piştgiriya xwe nişan dan. Cemiyeta Rojnamewanên Başûr-Rojhilatê Tirkiye û Sendîkayê Rojnamenûsên Kurdistan nûnertiya Ajansa Nûçêyan a Dîcleyê (DÎHA) kirin. Di dema serdanan de ser avakirina konfederasyonekê ku hemû ragihandinê Kurd bike yek hat rawestandin û ser hewladanên konferansa netewî hatin rawestandin. Dîsa jinên Kurd yen rojnamewan cîhanê de bi avakirina Ajansa Nûçêya Jinan (JÎNHA) ye gavek dîrokî avetin. Aliyek din jî piştê girtina ROJ TV heman deme de dijî dagirkeran bi vekirina Ronahî TV, Sterk TV û Nûçê TV bersivekê berxwedanî hatê dayîn.

'Çend sal berê kongre xewnek bû'

Di derbarê hewldanên çapemeniya Kurd ye bo yekitiya netewî Serokê Sendîkaya Rojnamenûsen Kurdistan Azad Heme Emîn ajansa mê DÎHAiyê re axifî. Emîn da zanin ku konferansa netewî bo gele Kurd mijarêk jiyanî ye. Emîn wiha axifî: "Li gor min navê konferansê giring nîne nav çi dibe bila bibe. Kongreya netewî ya Kurd bo çar parçêya Kurdistanê ye yan ji bo ligor her parçêye ev gelek giringe. Lazime armanca serêke ya Kurdan yekitî û azadiya her çar parçêyen Kurdistanê be. Bo konferans mijarên serekê zimanê û divê bo zimanê Kurdî zimanêk edebî û yekitiye Kurdi bibe kar vere kirin.  Bo kongreya netewî bingehek ava bûye û dive Herêma Federal a Kurdistan bo piştgirî bidin kongreya netewî û nas bikin, deshilatên herêmî wek Iraq ji bo konferans piştgirî bistinin. Divê cîhanê jî kongreya netewî û mafê gele Kurd bikeve bin parastina kanûnîî Heme Emîn da zanîn ku rewşa Kurdan ligor berê gelek hatiye gûhertin û da zanîn ku çend sal berê bahs kirina konferansa netewî bo gele Kurd wek xewnek dihat dîtin û got, îLe niha em di encama tekoşîna gele Kurd rehet dikarin her çar parçêya Kurdistanê danûstandinan bikin. Hemû aliyen Kurd  kom bibinî Emin diyarkir ku bo konferansa netewî pêwîste programêk hebe"
Serokê Rojnamenûsen Kurdistan Azad Heme Emîn li ser rola ragihandina Kurd ye bo yekitiya netewî  ji rawestiya û got: "ji bo konferansê û yekitiya netewa Kurd rola medya gelek giringe. Me ji bo wê yekê sala 2011îan de bo xûrtkirina tekîliye navbera ragihandîna Kurd yen Bakûr û Başûrê Kurdistanê konferansek li ser rola medya li Duhokê lidarxist. Peyamê me di we konferansê de hebû ku federasyonek ragihandina Kurd ava bikin. Bo wê jî em çûn gelek deveran bi medya ye Kurd re danûstandinan kir. Hemû danûstanidan me bo konferansêk netewî ya her çar parçeya Kurdistanê lidarbixin bu. Gava konferansek wiha çebê ye bo yekitiya netewa Kurd bernameyêke medyayê Kurd çebin û di nav civaka Kurd de gelek pêşketin bi rêya medya ye Kurd ava bibe"

'Piştgiriya konferansê  ferz ê'

Emîn derbarê îKonferansa Netewî ya Kurdistanêî  jî got; "Divê ev konferans hemû aliyen Kurdan bikaribe bike yek. Dive begûman sitratejiyeke we kongre hebe ku Kurd û Kurdistanê ku hatiye parçe parçe kirin bike ye û hemû Kurdan rizgar bike".
Emîn ji bo beşdariya rojnamewanen Kurd  bo konferansa netewî jî da zanîn ku hemû rojnamewanên Kurd he bi gîhştî nebûye yek wê peşniyara bo rojnamewanên Kurd kir: "Eger medyakaren Kurd beriya konferansa netewî konferansa xwe ya netewî ya çar parçêya Kurdistan lidarbixin û federasyonek bo medyakarên Kurd ava bikin ye gelek encamen baş derkevin hole. Dive di konferansê de rolê medya ye jî were diyarkirin. Bang bo medya ye Kurd bike ku piştgiriya xwe bo kongre bidin. Kongre netewî gava medya nebe nikarê tiştek bike. Ji bo wê nirxê netewî, exlaqî û niştîmanî ser medya ye Kurd ferz dike ku dive alîkari bidin kongreya netewî ku encamek xûrt bigre"

'Ji bo yekitiya netewî kar bikin'
Azad Heme Emîn bange hemû tevgerên siyasî ya Kurdan kir ku bo kongre bikevin nav hewldannan. Emîn wiha bidavî axaftina xwe anî: "Em bang hemû aliyen siyasî ya tevgeren Kurdan dikin ku hemû nakokiyen navberê hevdû daynin aliyekê û bo yekitiya netewa Kurd kar bikin. Dibe ku hemû xwedî birdoziyek û siyasetek bibin le di mile yekitiya netewî de dive bibin yek helwest. Em wek Sendikaye Rojnamenûsen Kurdistan bang dikin ku hemû serokatiyen siyasî nakokiyen xwe aliyeke behelîn û ser biryarêk netewî hev bikin. Kongre nebe wek kongreyen bere ye beêncam. Cîhan êdî te gûhertin û gelek pêşketin çedibin. Ligor wê yekê jî divê Kurd ev derfet ji destê xwe nerewîne û çarênûsa xwe diyar bikin û netewa xwe an jî dewleta xwe ava bikin'


MURAT KOLCA - DÎHA /HEWLÊR