Parlementerê Kurd ê Parlementoya Iraqê Dr. Mehmûd Osman bi boneya 13’emîn salvegera komploya navneteweyî ya li hemberî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, ser rûpela xwe ya malpera tora civakî Facebookê daxuyaniyek belav kir.
Osman got; “Di van rojan de êrîşên Tirkiyeyê yên li ser herêmên sînor ên Kurdistanê zêdetir dibe. Her wiha, di 15.02.2012- ango îro, li hemberî, ligel revandina Abdulah Ocalan ji Kenyayê ji aliyê Tirkiyê ve bi hevakriya Amerîka û Îsraîlê, reftarek ku civaka navnetewî li hemberî de bêdengî ji xwe re hilbijart.
Berdewambûna bikarîanîna zorê ji aliyê Enqereyê ve hem li nav Tirkiyeyê û hem li her du aliyên sînorê ligel Iraqê, tundûtûjiya zêdetir jê berhem tê û dibe sedema gorîbûn û zirarên zêdetir. Her wiha van bûyeran, ev yek derxistiye ku revandina Ocalan û bikaranîna siyaseta zorê herdem pirsan aloztir dike û dema vê yekê hatiye ku siyaset were guhertin û Enqere ber bi çareserkirina pirsa siyasî ya Kurd gavan biavêje û ji diyalog mifah bistîne û rêzê nîşanî hebûna gelê Kurd bike. Lewra dabînkirina mafên berheq ên Kurdan û azadkirina Abdullah Ocalan xizmetê bi vê armancê dike.”

BEXDA