Dozgeriyê Baroya Amedê tawanbar kir
Di rûniştinê de dozgerê îdîayê diyar kir ku, ger Baroya Amedê berpirsiyariya xwe bi cih neyîne wê derbarê wê de serlêdana sûc bike. Di rûniştinê de dozger diyar kir ku, rûniştinê de parêzerê siyasetmedaran beşdarî rûniştinê nebûye û sedema tevlêbûnê nedane nîşandan. Dozgeriyê anî ziman ku, parêzerên ku ji aliyê Baroya Amedê ve hatine avêtin jî beşdarî rûniştinê nebûne. Parêzerê siyasetmedaran Sertaç Eke diyar kir ku, muwekîlê wî Şaredarê Sûrê Abdullah Demîrbaş, ji ber tenduristiya xwe li dervê Tirkiyeyê ye û ev daxwaza wî ji aliyê heyetê ve hatiye qebûl kirin. Pişt re daxwaznameya 6 bersûcan ya sewqê hate xwendin. Di daxwaznameyê de wiha hate gotin: „Girtî bi hinceta cih li Girtîgeha Tîpa D ya Amedê tune sirgûnî Girtîgeha Çewlîkê hatine kirin. Lê piştî sirgûnan girtiyên din anîne Girtîgeha Tipa D a Amedê. Ev hinceta cih tengbûnê vala derdixe.“
Dozger jî ji heyetê xwest ku ji ber ku Baro berpirsiyariya xwe bi cih neanîye derbarê Baroyê de lêpirsînê veke. Piştî xwendina îdîanameyê navber dan rûniştinê. Rûniştin ji bo sibê hate paşvexistin.
AMED