Koçalî, anî ziman ku piştî hikûmeta AKP’ê kesên li dijî xwe ji nava artêşê paqij kir, niha dixwaze artêşê li gorî xwe ava bike û di bin kontrola xwe de YAŞ’ê pêk bîne. Koçalî, anî ziman ku TSK êdî ketiye bin kontrola AKP’ê û rejîma wesayeta leşkeri bi dawî bûye. Koçali, anî ziman ku bi nêzîkatiya hikûmetê ya li hemberî pirsgirêka kurd, rejîma ‘dewleta militarist-polisan’ nîşan dide. Koçalî, anî ziman ku ji ber ku hikûmetê dawî li operasyonan neanî û piştgirî da operasyonên Îranê yên leşkerî û her wiha di aliyê çareseriya pirsgirêka kurd tu gav neavêtin Ocalan xwe bi paşve kişand. 

‘Demokrasi û şer bi hev re nameşin’

Koçalî, anî ziman ku hikûmet li aliyekî behsa hewldanên azadî û demokrasiyê dike û li aliyê din bi operasyonên siyasî û leşkeriyê li dijî Kurdan polîtikayên qirkirinê didomine û bi vî rengî demokrasî pêş nakeve. Koçali, xwest hikûmeta helwesta xwe zelal bike û destnîşan kir polîtîkayên şer û demokrasiyê bi hevre nameşin. 
Koçalî, destnîşan kir ku Tirkiye ji ber ku pirsgirêka kurd bi rêyên aştî û demokrasiyê çareser nake bi pirsgirêkên mezin re rû bi rû ye û xwest êdî hikûmeta Tirkiyeyê vê rastiya xwe bibîne. Koçalî, da zanîn ku armanca operasyonên Îranê ya li dijî axa Başûrê Kurdistanê înkar û îmhaya gelê Kurd’e û xwest Îran dawî li vê helwesta xwebîne û AKP jî dest ji piştgiriyê berde.

ENQERE