Di kolandina li Navenda Barageha JÎTEM’ê ya Amedê ku di 11’ê çile de dest pê kiribû de, hêjmara hestiyên tasa seriyên mirovan ên hatin dîtin gihişt 23’yan. Piştî di kolandina li baregeha JÎTEM’ê ya Amedê de tasa seriyên 23 mirovan derketin, xizmên windayan ji bo alîkariya hiqûqî serê li ÎHD’a Amedê dan. ÎHD’ê serlêdan qebûl kirin. ÎHD’ê bi 29 malbatan re têkildarî mijarê de daxuyanî dan çapemeniyê. Sekreterê ÎHD’a Amedê Racî Bîlîcî daxuyanî da û diyar kir ku hestiyên derketin holê wehşetekê nîşan dide. Bîlîcî, anî ziman ku bi salanin ji bo bûyerên kiryar nediyar bên zelalkirin têkoşîn dan.
Bîlîcî, da zanîn ku parêzvanên mafên mirovan ên ji bo zelelkirina bûyerên kiryar nediyar têkoşîn da di bin navê “KCK’ê” de tên girtin û tên darizandin. Bîlîcî, bilêv kir ku Îçkaleya niha kolandin lê tên kirin ciheke asayî nîn e û hemû kes dizane li wir cînayetên kiryar nediyar hatin kirin û wiha got: “Tenê agahiya dewletê ji tiştên li wir hatin kirin tuneye.”
Bîlîcî, destnîşan kir ku wan di çalakiyên xwe yên her hefte bi slogana “Bila winda bên dîtin kiryar bên darizandin” de çîroka 154 kesên hatin windakirin xwendin û wiha axivî: “Tu rayedarên dewletê negot ‘Çîroka hûn dixwînin ya kê ye?’ Bi tu awayî nehatin lêkolînkirin. Heke dewletek li ser bûyerên kiryar nediyar û komkujiyan hatibe avakirin hevî dikim ku ew dewlet dê hilweşe. Em dewletekî wisa naxwazin. Em dewletekî demokratîk dixwazin. Heke te li ser navê dewletê ev cinayet kiribin lenet li te be. Heke rayedarên dewletê bixwazin dikarin di nava 24 saetan de hemû bûyerên kiryar nediyar zalel bikin lê naxwazin.”
Piştî daxuyaniyê ÎHD û 29 malbat hatin adliyeyê û li Serdozgeriya Komarê serlêdana sûc kir. Malbatan xwest ku leşker û kesên sivîl ên li navenda JÎTEM’ê peywir kirin bên tesbîtkirin û darizandin. Malbatan daxwaz têkildarî hestiyên derketin testa DNA’yê bê kirin, kirin.
DÎHA/AMED