
Piştre axaftina vekirinê ji aliyê Serokê Federasyona Komeleyên Kurd ên li Almanyayê YEK-KOM a ku mihrîcanê organîze kir Yuksel Koç ve hate kirin. Koç êrîşên dewletên Îran û Tirk ên li ser başûrê Kurdistanê şermezar kir û diyar kir ku riya çareseriyê di muzakereyên ligel Ocalan de derbas dibe.
Serokê KNK’ê Tahîr Kemalîzade di mîhrîcanê de axivî û bal kişand ser tifaqa Kurd. Kemalîzade, got ku divê her çar parçeyên Kurdistane rêxistinbûna Xweseriya Demokratîk pêş bikeve. Her wiha gelek partiyên Kurd ên li Ewropayê jî tevli mîhrîcanê bûn û yekitiya xwe nîşan da. Her wiha nûnerên civaka Tamîlê jî di mîhrîcanê de cih xwe girt. Dîsa partiya Komînîstên Fîlîpînê jî peyam şand û komînistên MLPD’ê jî bi tevlibûna xwe piştgirî da mîhrîcanê. Parlamenterê Blokê Ertugrul Kurkç, Sabahat Tuncel û Erol Dora, ji ESP’ê Fîgen Yuksekdag, serokê giştî yê EMEP’ê Ender Îmrek û parêzer Mahmut Şakar tevli mîhrîcanê bû.
Her wiha serokê Konseya Rêveber a KCK’ê Murat Karayilan bi riya dîmen tevli mîhrîcanê bû û daxuyaniyên girîng da. Karayilan diyar kir ku ev ketine pêvajoyeke nû û pêşketinên di vê pêvajoyê de wê dahatûya gelê Kurd zelal bike, ji ber wê ev roj pir girîng e. Karayilan bang li çapemeniya Tirk û Alîkarê Serokwezîrê Tirk Bulent Arinç kir û wiha axivî: “Niha dibêjin ez girtî me, va ye ez ji hemû çapemeniya derewker re dibêjim, ez li vir im. Dagirker nikarin şoreşgeran bigirin. Vê baş bizanin. Di nava 8 mehan de 45 Kurdên sivîl ji aliyê dewletê ve hatine qetilkirin û her wiha di çar mehan de 9 zarokên Kurd bi çek û guleyên Artêşa Tirk hatine kuştin. Em ê li hemberî terora dewletê şer bikin.”
Projeya çareseriyê
Karayilan, di axaftina xwe de bal kişand ser projeya çareseriyê û wiha got: “Herî dawî Rêber Apo ji bo çareseriya demokratîk û aştiyê protokol pêşkêş kir, her wiha di hilbijartina 12’ê hezîranê de gelê me vîna xwe ya ji bo çareseriyê danî holê. Di vê hilbijartinê de gelê Kurd projeya çareseriya Xweseriya Demokratîk erê kir. Lê dewleta AKP’ê zimanê xwe tund kir. Vê yekê li ber çavan negirt, protokol bê bersiv hişt û li hemberî vê yekê siyaseta Kurd hemleyek siyasî bi rê xist. Li hemberî gelê me û têkoşîna me bi şêwazeke fermî şer îlan kir.”
Karayilan, da zanîn ku niha hinek dibêjin PKK’ê şer îlan kir, ev ne rast e, dewleta AKP’ê dest bi şer kir û wiha got: “Xuya ye ku li hemberî gelê Kurd konseptek nû ya dagirkeriyê heye. Dewleta Tirk di zivistanê de konsepteke nû bi alîkariya hêzên navneteweyî daye destpêkirin. Çima vê konseptê pêş dixin. Dixwazin tasfiye bikin. Ya din, di Rojhilata Navîn de pêvajoya ji nû ve dîzaynek nû heye. Naxwazin gelê Kurd di vê dîzaynê de cih bigirin û naxwazin gelê Kurd xwedî statû be. Dixwazin gelê Kurd û kole bihêlin. Divê êdî gelê Kurd jî xwedî stratejiyek be. Ez dikarim bibêjim di van rojan de, di van demên girîng de yekitiyek a gelê Kurd çêbibe kesek bi me nikare. Dewleta Tirk bi piştevaniya hêzên kapîtalîst modernîte niha dewlet û hikûmeta şer, hikûmeta AKP’ê bûye hikûmeta şer. Tayyîp Erdogan xwe pir mezin dibîne, xwe wek qralan dibîne, dixwaze rêbazên Osmaniyan bi kar bîne û her kes serê xwe li ber wî xwar bike. Lê qanûnên şer jî hene. Hikûmeta şer bê zagon tevdigere. Sîstema îşkenceyê ya Îmralî xistin dewrê, tecrîd û îzolasyonê dimeşînin. Tayyîp Erdogan dixwaze bi gef û tehdîtan, dek û dolaban encam bigire. Bi awayeke bê hiqûq û bê exlaq zextê li ser Rêbertiya me dike û gef lê dixwe. Li Îmraliyê îşkence dimeşîne û li vir jî balafirên şer dişîne ser me. Em wekî PKK, wekî vîna gelê Kurd tu carî û bi tu awayî li hemberî dagirkeran gav paş de naavêjin. Mertalên zindî xwestin ketin navberê wan jî dan ber guleyan. Yildirim Ayhan şehîd kirine, ji aliyê gelê me ve hatiye hilbijartin, heta niha tu tiştek li ser wî negotine. Niha bêjim ez girtî me, va ye ez ji hemû çapemeniya derewker re dibêjim, ez li vir im. Dagirker nikarin şoreşgeran bigirin. Vê baş bizanin.”
Komkujî û înkar
Karayilan wiha dirêjî da axaftina xwe: “Bulent Arinç bila baş bizane em li vir in û nayên girtin. Em fedayê gelê Kurd in, derewan mekin. Bes e ji derewên we re. Hûn tu carî bi derewan, şerê taybet û psîkolojîk nagihin tu deran. Li Tirkiyeyê di 8 mehan de 45 kesên sivîlên Kurd bi fermana Serokwezîrê Tirk Tayyîp Erdogan hatin şehîdkirin. Li vir û wir bi sedemên cuda. Bi guleyên dagirkeriya Tirk 45 Kurd hatine qetilkirin. Ji vana zarok in.
Di çar mehan de 9 zarokên Kurd bi guleyên polîs û leşkerên Tirk hatin kuştin. Ez navê zarokan dixwînim. Bila çapemeniya cîhanê, hemû alîgirên mafê mirovan, aliyên demokrat, bi taybet çapemeniya? Ez ji Yekitiya Ewropa, Amerîka û hemû kesên dibêjin em alîgirên demokrasiyê dipirsim; gelo kî teror e? Em teror in an dewleta Tirk? Kî kujerê zarokan e? Em an Tayyîp Erdogan? Li ber çavan ne. Bila her kes bizane em ê li hemberî terora dewletê şer bikin. Em ê şerê parastinê bikin. Xweparastin mafê me yê herî pîroz e. Li ser esasê konseptekê êrîşek a dagirkeriyê li ser me heye. Lê em weke gerîlayên Kurdistan, em bi hêza xwe li ber xwe bidin. Bila Serokwezîr Tayyîp Erdogan bersivê bide Rêber Apo. Rêber Apo got bila temînat bidin em ê pirsgirêkê di hefteyekê de çareser bikin. Perspektîfa me ya çareseriyê ev e. Ger ne ji Roj TV bûya, wê kê ev komkujiya Qendîlê aşkere bikiriba, wê kê ev komkujiyên li Kurdistanê aşkera bikiriba? Dewleta Tirk dixwaze gelê Kurd bipelixîne.
Dem êdî dema çareseriyê ye. Pirsgirêka Kurd ketiye rojevê de ye. Divê çareser bibe. Dem dema azadiya Rêber Apo ye. Dem dema Kurdistana xweser e. Dem demek fînal û serkeftinê ye. Tu hêz nikare me ji vê vebigerîne.”
KOLN